Îro, li Family Mall a li Silêmaniyê, bi beşdariya hejmareke girîng ji komên cuda, pêşangeha yekem ya pirtûkên Kurdî bi navê "Malek ji bo Ziman û Nasnameyê; Pirtûkên Kurdî " hate vekirin û tê de semînerek hate lidarxistin.
Pirtûkên di pêşangehê de ji warên dîrok, çand, siyaset, huner, civak, zarok û jinan pêk dihatin.

Semîner ji aliyê Nivîskar û Lêkolîner Soran Heme Reş ve hate dayîn. Wî bal kişand ser aliyên dîrokî û civakî yên vê diyardeyê û got ku pêvajoya dagirkirinê, paşveçûna çandî û siyasî di seranserê dîrokê de, baweriya takekesan bi ziman, çand û şiyanên xwe qels kiriye.
Her wisa Soran Heme Reş bal kişand ser encamên neyînî yên diyardeya xwekêmdîtinê û got: “Yek ji wan paşguhketina zimanê dayikê, qelskirina hilberîna rewşenbîrî ya serbixwe, bê şert û merc nirxandina çanda biyanî bi hesabê wêrankirina nasnameya xwe ye.”
Wekî çareseriyek ji bo derbaskirina vê rewşê, Soran Heme Reş tekezî li ser nihêrînek zanistî li dîrokê, xurtkirina prensîbên perwerdehiya nûjen û vegerandina baweriyê bi şiyan û berhemên herêmî kir; da ku takekesê Kurd bikaribe bi bawerî li dijî aloziyên cîhana hemdem bibe.
(wd)
