Meyan Xatûn sala 1873’an li gundê Baedrê yê Şêxanê ji dayik bû. Ew keça binemalek xanedanî ya Êzidiyan bû. Di despêka jiyana xwe de wek piraniya jinên wê serdemê li gor kevneşopiyan û jiyanek malbatî despêkir.
Meyan Xatûn di ciwantiya xwe de li gel Elî Beg zewicî, Elî Beg piştre bû mîrê Êzidiyan.
Parastina ol û salên li koçberiyê
Di sala 1890’an de êriş û zextên desthilata Osmaniyan li ser Êzidiyan gihişt lûtkeyê. Elî Beg û Meyan Xatûnê ji ber di parastina olê xwe de bi israrbûn û daxwaza guhertina ol ku li ser wan hat ferzkirin qebûlnekirin, hatin girtin û ew şandin sirgûnê.
Wê serdemê ji bo Meyan Xatûnê trajediyek mezin bû, di dema sirgûnê de tendirustiya wê xirab bû û çend zarokek xwe ji dest da. Tenê kurek wî yê bi navê Seîd Beg ma, daku bibe hêviyek ji siberoja mîrnişîniyê re.
Vegera ji bo Laleşê: Civakek birîndar û perestgehek talankirî
Piştî çend salek li sirgûnê, bi navbeynkariya Brîtanyayê Meyan Xatûn û Elî Beg li cih û warê xwe vegeriyan. Lê tişta ku di dema vegerê de dîtin civakek belavkirî û birîndar bû. Hejmarek zêde ya Êzidiyan hatibûn qetilkirin, perestgeha pîroz ya Êzidiyan Laleş hatibû talankirin û dagirkirin.
Vê rewşê Meyan Xatûnê ber bi berpirsyartiyek hîn mezintir ve pal da.
Qetilkirina mîr û biryara dîrokî ya Meyan Xatûn
Piştî ku hevjînê Meyan Xatûnê, Elî Beg di dema nakokiyên navxweyî yên li ser desthilatê de hat qetilkirin, Meyan Xatûnê rê neda mîrnişînî bikeve destê neyarên wê de. Tevayî kêrhatinên xwe yên siyasî û dîplomasî xist dewrê û bi fermî bû rêvebir û biryarderê yekem yê karûbarên Êzidiyan.
Serdema fermanrewayiya Meyan Xatûn hemwextê aloziyên siyasî yên dema şerê cîhanê yê yekem û guhertinên bilez yên li herêmê rû didan bû. Bi jêhatina xwe ya dîplomasî û siyasî hewlda civaka Êzidî ji tinebûnê biparêze, cih û dengê xwe di herêmê de biparêze.
Di sala 1924’an de Meyan Xatûn piştgiriya xwe ji raperîna Êzidiyan a li dijî desthilata Inglîzan re nîşan da û tekeziyê li ser serbixweyî û resenatiya biryarên mîrnişîniyê kir.
Dema kurê wê mir, dîrok dubare bû
Dema ku kurê wê Seîd Beg di sala 1944’an de koça dawî kir, Meyan Xatûn bi ezmûnek nû re rûbirû ma, Tehsîn Begê neviyê xwe ku wê demê temenê wî 13 sal bû, ji bo posta mîrnişîniyê hilbijart. Karî razîbûna mezinên civakê bidest bixe.
Bi vê yekê re jî carek din Meyan Xatûn bû birêvebirê mîrnişîniyê û ispat kir ku desthilata wê serbixwe ye û du mîran di jêr rêveberiya xwe de perwerde kiriye.
Dawiya jiyanê û encama çîroka jinek nemir
Tevî ku xwendina Meyan Xatûnê nebû jî, lê bi jîriya xwe ya siyasî û hişyariya civakê karî peywendiyên xwe yên bihêz li gel desthilat û serkirdeyên herêmê avake. Karî biryarên kes ne li bendê bûn bide û hinek caran bandorê li ser biryarên desthilatdaran çêke. Li gel vê yekê de jî bi hevkariya hejaran û girîngîdana bi perwerdê karî rûyek xwe yê mihreban û civakî nîşan bide.
Piştî ku di dawiya sala 1950’yan de Meyan Xatûn koça dawî kir û li goristana Mîran hat veşartin, çîroka Meyan Xatûnê ji ya ku wê tenê wek fermanrewayekê nîşan dida gelek mezintir ma. Wê bi dîrokê da ispatkirin ku jin dikare di nava nakokiyên herî zehmet yên desthilatê de rêbertî ji civakê re bike, bibe sembolek geş a jîrî, berxwedanî û serkirdayetiya jinan.

(kş)
