Di saetên piştî nîvro de, li Gundê Bekirawa ya sînorê Parêzgeha Helebce ya Başûrê Kurdistanê ji ber sedemek nayê zanîn agir digire gova pez û ziyaneke mezin digihêje xwediyê pez.

Xwediyê pez Neşîrwan Mihemed ji Rojnewsê re axivî û got: “Piştî nîvro hatim agahdarkirin ku agir girtiye gova pez. Ji ber şewatê nêzîkî 40 meh şewitîne û mirar bûne. Bi hevkariya welatiyên derdor pez ji govan hatin derxistin. Li gel şewitîna pez, êmê pez ka û genimê pez jî şewitîn. Heta niha nizanim sedemê şewatê çiye.”

3 wêne
1 / 3

(eh)