Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), nameyeke vekirî ji Serokwezîrê Iraqê Elî zeydî re şand.

Di nameyê de hat xwestin ku pergala bêcezakirinê bi dawî bibe û ji bo parastina mafên jin û keçan pêngavên berbiçav werin avêtin. Di nameyê de hat destnîşankirin ku tevî sozên di bernameya hikûmetê de, di serdema serokwezîrtiya wî de di warê mafên mirovan de tu pêşkeftineke berbiçav çênebûye; her wiha pêngavên ji bo bihêzkirina jinan û piştgiriya rêxistinên sivîl ên serbixwe li hemberî mezinahiya pirsgirêkên li welat pir kêm û lewaz mane.

Di nameyê de bal hat kişandin ser bandora zextên civakî, eşîrtî û olî yên muhafazakar ên li ser jiyana jinên li Iraqê û hat destnîşankirin ku kêmasiya statîstîkên fermî, rastiya qetilkirina jinan a bi hinceta "şerefê" hilnake. Di daxuyaniyê de qanûnên heyî hatin rexnekirin û hat diyarkirin ku jin li hemberî gefên kuştinê ji mekanîzmayên parastinê yên bi bandor bêparin. Di nameyê de bang li parlamento û hikûmetê hat kirin ku qanûneke berfireh a ji bo rûbirûbûna tundutijiya li ser bingeha zayendî were pejirandin û ji bo jinên di bin gefê de ne, stargehên ewle werin avakirin.

Hate diyarkirin ku di salên dawî de çalakvan, lêkolîner û rojnamevan bi awayekî sîstematîk dibin hedef; bûyerên revandinê welatiyên biyanî jî li xwe digire û ev rewş nîşan dide ku atmosfera ewlehî û mafên mirovan li welat, bi taybetî ji bo kesên ji bo berjewendiyên giştî dixebitin, xerabtir bûye.

Banga rawestandina darvekirinan

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir ku biryareke fermî û lezgîn ji bo rawestandina cezayên darvekirinê (îdam) yên ku salane bi dehan caran tên birîn derxîne. Di nameyê de hat diyarkirin ku beşek mezin ji van cezayan bi tohmetên "teror" û "bazirganiya hişbiran" ve girêdayî ne, lê fikarên mezin hene ku di gelek dadgehan de pîvanên dadweriya adil û şefaf nayên şopandin.

Girtîgeh

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî fikarên xwe yên kûr ên derbarê girtina îtîrafan bi rêya îşkenceya fîzîkî û pîskolojîk a li girtîgehên Iraqê anî ziman. Di nameyê de hat xwestin ku erêkirina cezayên îdamê ji aliyê Serokkomariyê ve were rawestandin, heta ku hemû dosya bi awayekî berfireh werin lêkolînkirin û bê guman bibe ku tu binpêkirineke hiqûqî tune ye. Di dawiyê de bang hat kirin ku kiryarên êşkenceyê bi temamî bi dawî bibin, qerebûkirineke adil ji bo qurbaniyan were dabînkirin û berpirsên van binpêkirinan hesab bidin.