Bi pêşketina teknîk û teknolojiyê re, pîşeyên kevin ber bi tûnebûnê ve diçin. Ev pîşe wekî nasname û çanda neteweyîne û sedemeke girîng ên ji bo parastina berhemên navxweyî ne. Li Silêmaniyê ji bo hêrandina dexl û dan, welatî hîna berê xwe didin aşan û berhemên xwemalî dihilberînin. Aşê Çuwarbaxê yek ji wan mînakane ku heta niha jî dizivire.
Xwediyê Aşê Çuwarbax Mihemed Osman, ji ajansa me Rojnews’ê re diyar kir ku bavê wî di sala 1994'an de ev aş kiriye û beriya wan jî nêzîkî 10 salan wek aş dihat karanîn. Mihemed Osman ji zarokatiya xwe ve li gel bavê xwe di vê aşê de kar dike.
Wek Mihemed Osman bi xwe dibêje: “Salên berê aşa avê hebû, paşê pêş ket û aşa elektrîkê derket û feydeya wê zêdetir bû. Roja me ya îro tenê nifşê kevin bi çêkirina savar û dexl û dan re mijûl dibin. E nifşê nû nizane aş çi ye. Hinek kes hene ji ber nûbûna wê girîngiyê didin xwarinên Kurdî. Tenekeyek genim tîne, dike ard an savar û dema ku xilas bû, yekî din tîne. Ango her dem bi taze û nû bi kar tînin ji ber ku tama wê xweştire.”
Aşvan Mihemed Osman destnîşan kir ku her genim ji bo ard û savar nabe û wiha axaftina xwe domand: “Genimê Reşgul ji bo savar xweştir û bi tamtire. Niha ji ber berhemên hawirdekirî, xelk girîngiyê nade berhemên navxweyî. Ji ber wê jî li bajarekî mezin ê wek Silêmaniyê tenê sê aş kar dikin. Savar û ard bi nirxekî erzan dihêrin. Niha welatî bi xwe ji ber mijûlbûnê nikarin genim bikelînin, ji ber wê em wî karî jî ji bo wan dikin. Aşa me ya ard, aşa savar û birinc heye.”
Derbarê birincê Kurdî de, Mihemed Osman got: “Birinc divê ciwan be û bi ava paqij û hênik bê avdan da ku bi tam be. Birincê Baziyan, Banî Xêlan, Germiyan, Çewtan û Amêdiyê li gel me heye. Birincê Kurdî ji berhemên hawirdekirî cuda ye û madeya parêzer tê de nîne. Pêwîste bê zanîn ka em birincê Kurdî ji ku derê bi dest dixin.”
Mihemed Osman rexne li bêxemiya hikûmetê kir û wiha anî ziman: “Ji ber piştgirînedana hikûmetê ji bo cotkaran, berhemên navxweyî gelekî kêm bûne û ev yek jî ziyanê dide karê me û ber bi tunebûnê ve diçe. Hikûmet alîkariya me nake. Wek mînak, ev aşê me yê çandiniyê ye, lê hikûmet elektrîkê bi nirxê bazirganiyê dide me. Tevî ku tu çop û gemara me nîne jî, hikûmet mehane pereyê çopê ji me distîne.”
Luqman Star ku niştecihê Silêmaniyê ye û salane ji bo pêwîstiyên xwe genim di vê aşê de dihêre, ji ajansa me re li ser mijarê axivî û got: “Ez ji sala 1991'an ve serdana vê aşê dikim û berhemên genim ji bo hûrkirinê tînim. Hûrkirina di van aşan de gelekî guncawe, ji ber ku li gora dilê me dihêrin û em ji paqijiya berhemê piştrastin. Em savara genimê Kurdî bi kar tînin, ev aş hêsankariyê ji bo welatiyan dikin û savara Kurdî tameke wê ya cuda heye, lê ya hawirdekirî tameke tal tê de heye.”
Luqman Star destnîşan kir ku demên berê her di aşê de genim dihêra û dikirin savar. Wan salane 10 teneke dihêra, ji bo zivistanê hildigirt û bi kar dianîn.
(fk)


