Zêdetirî du mehin hikûmeta Elî Zeydî bawerî ji parlamentoyê wergirtiye û dest bi kar kiriye. Biryar bû berî Zeydî serdana Amerîkayê bike, wezaretên ku bê wezîr mane, wezîrên wan bên diyarkirin. Lê nakokiya aliyên siyasî ya li ser van postan û bêhndanên parlamentoyê rê li ber vê yekê girt. Niha bêhndanên parlamentoyê temam bûne, lê nakokiyên aliyên siyasî temam nebûne.
Wezaretên ku heta niha bê wezîr mane û bi wekalet tên birêvebirin evin; Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Xwendina Bilind, Wezareta Pilandanînê, Wezareta Avedankirinê, Wezareta Karûbarên Civakî, Wezareta Koç û Koçberan, Wezareta Rewşenbîrî û Şunwaran, Wezareta Werziş û Ciwanan.
Parlamenterê Fraksiyona Tevgera Hiquq ya parlamentoya Iraqê, Mihemed Hesnawî li ser mijarê dibêje; “Paşxistina dengdanê ya li ser postên wezaretên ewlehiyê ya ji ber hestiyariya van postan, metirsiyek mezin li ser rewşa giştî çêkiriye. Pêwîst bû temamkirina van postan karê pêşîn yê hikûmet û aliyên siyasî bûya.”
Çavdêrên karûbarên Iraqê jî li ser wê yekê hemfikrin ku mayîna wezaretên ewlehiyê bêyî wezîrên serkeftî, performansa cîbicîkirina desthilata leşkerî lawaz dike û dibe sedema derengketina planên stratejîk.
Her wiha Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî, hîna jî daxwaza wergirtina her du wezaretên Xwendina Bilind û Parastinê dike. Hevpeymaniya Sûdanî jî daxwaza wezaretên ewlehiyê dike. Hinek aliyên siyasî ku baskên wan yên leşkerî hene, di wê baweriyê de ne ku para xwe ya di wezaretan de bidest nexistine. Ev jî dibe sedem danûstandinên li ser diyarkirina wezîran aloztir bibe.
Beşek ji aloziyan jî ji ber ‘vetoya Amerîkayê’ ya li dijî hinek hêzên siyasî ye. Washington ji bo têkilî bi hinek aliyan re dayne, şertê radestkirina çekan û bi dawîanîna baskên çekdarî dide pêş. Hin ji van hêzan jî di parlamentoyê de xwedî kursî ne.
Ev dosya ne tenê di jêr zextên Amerîkayê de ye, di heman demê de zextên navxweyî û Tehranê jî li ser hene. Ev jî dihêle ku lihevkirina dawî hîn aloztir bibe.
Zêdetirî du mehin hikûmeta Iraqê ji 23 wezaretan, 9 jê bi awayê bi wekalet birêve dibe. Ev jî pirsyara, gelo destûr û yasayên Iraqê qet demek diyarkirî ji bo temamkirina van postên hikûmetê diyarkiriye?
Dema destûrî ya postan
Di destûra Iraqê ya sala 2005’an de bi eşkereyî dem û rêkarên pêkanîna hikûmetê diyar kiriye, lê ji bo tijekirina postên vala di nîvê temenê hikûmetê de kêmasî yan nermbûn di bendan de heye:
Dema pêkanîna hikûmetê li gorî madeya 76 ya destûrê, piştî ku namzetê serokwezîr hat erkdarkirin, divê di nav 30 rojan de lîsteya wezîran û bernameya hikûmetê pêşkêşî parlamentoyê bike. Dema ku serokwezîr baweriya bi piraniya ya wezîran (nîva kotayê + 1) bi destxist, dikare razîbûna parlamentoyê bi dest bixe. Tevî ku kabîne bi temamî neyê pêşkêşkirin û hinek wezaret vale bimênin jî, ev yek rê dide hikûmetê ku dest bi kar bike
Li gorî xala 87’an ger postê wezîrekê ji ber îstîfa, ji kar dûrxistinyan jî koça dawî vale bibe, divê post were dagirtin, lê tu demek kurt ê sînordarkirî yan jî cezayek ji bo bi cih neanîna wê diyar nekiriye.
Ji ber nebûna bendek ya cezakirinê, bi mehan dirêj dike
Her wiha di rewşa standina baweriya ji wezîrekî, li gorî kevneşopiya parlamentoyê divê di dema herî kurt de (di navbera sê hefte heta mehekê de) namzetê nû bê pêşkêşkirin, lê di pratîkê de ji ber nebûna bendek ya cezakirinê ji bo dereng ketinê, ev pêvajo bi mehan zêdetir dirêj dibe.
Yasa bi eşkereyî deshilat daye serokwezîr ku di dema valabûna posta wezîrekî de, wezîrekî din yê di kabîneya xwe de erkdar (an serokwezîr bi xwe) bike wezîrê bi wekalet heta ku namzetê nû tê destnîşankirin.
Serokwezîr dikare wezaretên vale bi xwe birêve bibe
Wezaretên wekî Parastin û Karên Hindir her dem bûne cihê nakokiyên tund ên navxweyî û herêmî. Di hin kabîneyên wekî kabîneya Nûrî Malikî yan Adil Ebdulmehdî de, serokwezîr bi xwe ji bo demeke dirêj postên ewlehiyê bi wekalet bi rê ve birine da ku biryara ewlehiyê kontrol bike.
Zextên herêmî û navdewletî: Hinek wezaretên diyarkirî (Karên Derve, Darayî, Parastin) bi awayekî neraste rast dikevin bin bandora razîbûna hêzên herêmî û navdewletî ku ev yek jî yekalîkirina kesayetan zehmetir dike.
Ji ber lewazbûna serweriya yasa û lêpirsînê, wezîrê bi wekalet piranî nikare biryarên stratejîk û demdirêj bide yan çaksaziyê bike, ji ber ku posta wî demkî ye. Her wiha nebûna zelaliyê di berpirsiyariyê û birêvebirina wezareta bi wekalet de, deriyê destwerdana hizbî di peymanan de zêdetir vedike.
Daxwazên Amerîkayê
Li aliyê din, beşek ji çavdêran wiha dinirxînin ku dereng ketina dagirtina postên vala yên hikûmeta Iraqê bi şerên di navbera Amerîka û Îranê ve girêdaye. Ji ber ku Washîngton dixwaze Îranê bi awayekî bibandor bêhêz bike da ku nekaribe destwerdanê li nav karûbarên Iraqê bike. Bi vê yekê wê demê dagirtina wezaretên vala dê hêsantir bibe.
Her wiha li gorî çavdêrên siyasî niha Elî Zeydî temamkirina pêkhateya hikûmeta xwe paşguh kiriye, ew tiştê ku jê re giringe, çavê wî li sere û bala xwe daye ser, pêkanîna daxwaza Amerîkayê ye. Ew jî hilweşandina komên çekdar ên ser bi Îranê ve yên li Iraqê ye. Ji bo pêkanîna vê yekê jî, biryare di dawiya vê hefteyê de (23’yê Tîrmehê) bi fermî serdana paytexta Îran Tehranê bike.
(fk-kş)
