Şaredariya Binarê Qendîlê xwedî sînorek firehe û nêzîkî 67 gundan dihewîne. Bi salan, berî hatina zivistanê û ji ber rêyên xirab yên gundan, tevî paşguhkirina deverê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û nenêrîna gundiyan, Şaredariya Binarê Qendîlê xwedî şiyana sererastkirina rêyan ya hindike.
Hevşaredarê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm, ji Rojnews re wiha got: “Me wekî Şaredariya Binarê Qendîlê sê meh berê dest bi kar û projeyên ku di bernameya Şaredariya Binarê Qendîlê de bûn kir. Wekî her sal, ji destpêka biharê heta dawiya payîzê, emê dest bi paqijkirin û firehkirina rêyên hemû gundên ku pir qerebalixin, bikin.”

Pênc dever girêdayî Şaredariya Qendîlê ne û em bê cudahî xizmetê didin hemû herêman. Ev herêm nêzîkî 67 gundan dihewîne. Lêbelê, ji ber firehiya herêmê û nebûna amûran, em neçarin ku dever bi dever bixebitin. Herêma ku em lê dixebitin pir kêm maye ku xebatên wê jî temam bibin.”
Hevserokê Şaredariya Qendîlê di dewamê de behsa zehmetiyên xebatên şaredariyê yên berî li bin balafir û dronên dewleta Tirk de kir û diyar kir ku niha derfetên xebitînê ji wan gelek ji dema êrişan xweştir bûye û wiha got; “Ew sê mehin li ser rêyan dixebitin û niha em diçin Qelatuûkan û Şehîd Harûn da ku rêyan tamîr bikin. Demek hindik maye ku em biçin herêmên Navdeşt û Baleyan.
Piştî pêvajoya aştiyê, em wekî şaredarî ji salên berê bêhtir vekirî ne û em dikarin projeyên xizmetê bicîh bînin. Hemû xebatkarên me berê ne aram bûn û jiyana wan di xetereyê de bû. Ji ber ku dron û bombebaranên me yên berdewam hebûn. Lê niha, bi saya pêvajoya aştiyê, ew tirs, fikar nemaye. Lewma niha em bi aştiyane û baştir karên xwe dikin.
Hevşaredar danîn ku gund ji ber pêvajoya aştiyê jinûve hatine avakirin û welatî ji bajaran vegeriyane mal-gundên xwe, zêdetir girîngiyê bi çandinî û karê xwe didin. Dilşêr Îbrahîm got; “Hemû gundên şaredariya me, xizmetên ku li Binarê Qendîlê sînordarin wek rakirina astengiyên trafîkê, dabînkirina ava vexwarinê. Di warê jîngehê, paqijkirin, berhevkirina bermahî û gilêş de, hemû gundan sûd wergirtine.”
Di dawiyê de, Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm got: “Peyama me wekî şaredariya Binarê Qendîlê ewe ku em hemû welatiyan û gundiyên herêma xwe piştrast dikin. Emê çi xizmetên şaredariya me hebin pêşkêş bikin, da ku em bi hev re Qendîleke nû û geş ava bikin.”
(wd)
