Di 10’ê Tebaxê de, "Qanûna Çarçove" li Meclisa Tirkiyeyê hat pejirandin. Ew bi çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve girêdayî ye. Qanûn ji Tevgera Azadiya Kurdistanê heta nivîskar, rewşenbîr û gel bi giştî bûye sedema bertek û rexneyên cûr bi cûr. Ji ber di qanûnê de rola rola Rêber Apo û Tevgera Azadiyê nehatiye diyarkirin. Rojnamevan Wirya Hesen li ser vê yekê ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.
‘Pêvajoya çareseriyê pêvajoyek bi temamî mentiqî û stratejîke’
Wirya Hesen got; “Qanûna ku li Meclisa Tirkiyeyê dengdan lê hat kirin û hat pejirandin, beşek ji wê ye, beşa din hîn ne diyare. Pirs eve ku gelo ev qanûn di berjewendiya Kurdan de ye an na. Ev qanûn hinek qelsiyên wê hene. Garantiya ku hikûmeta Tirkiyeyê dê bikaribe van gavan bavêje çi ye? Ji ber ku em dizanin ku dewlet dixwaze ji bilî van gavan gelek tiştên din jî bidest bixe.”
Di dewamê de Wirya Hesen got; “Tirkiye dixwaze ji van guhertinên li herêmê sûd werbigire û divê Kurd bi tu awayî ji van guhertinan sûd wernegirin. Her kes ji perspektîfa xwe li pêvajoyê dinêre. Lê di dawiyê de, ev pêvajo, çi bi ser bikeve çi nebe, pêvajoyek bi tevahî mentiqî û stratejîk bû. Ji ber ku me di pevçûnek çil salî de gelek danûstandin kirine. Lêbelê, aliyê Tirk ne amade bû û têk çû lê vê carê qanûn derket. Du salin ne pevçûn û ne jî xwînrijandin çêbûye.”
‘Pirsgirêk ne tenê di nav mala Kurd de ye, ketiye nav mala Tirkan jî’
Wirya Hesen axaftina xwe wiha domand; “Hebûna Kurd ev sedsaleke hatiye înkarkirin. Bi vê pêvajoyê ve hebûna Kurd hate naskirin. Niha pirsgirêk ne tenê di mala Kurd de ye, ew ketiye nav mala Tirkan. Ev ew pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirine. Wê pêşî li wêrankirina Kurdan ku wekî li Lubnan û Xezayê dihat kirin, girt. Em piştrastin ku serkeftina vê pêvajoyê dê ne hêsan be û jê re dem pêwîste.”
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo garantiya serkeftina vê pêvajoyê ye’
Wirya Hesen da zanîn ku di encama vê pêvajoyê de, aliyên ku zererê dibînin jî hene; wek şerxwaz, bazirganên çekan û got; “Di heman demê de, Kurd li beramberî dewletek durû ye. Ji ber vê yekê divê em bi dudilî nêzî vê mijarê bibin. Divê ev qanûn ji aliyê dewletê ve garantî hebin, her çend garantiya kar navnetewî be jî. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo garantiya serkeftina vê pêvajoyê ye. Ji ber ku Rêber Apo yê ku pêşengiya pêvajoyê dike û pêvajo daye destpêkirine. Tiştê ku Rêber Apo di girtîgehê de kir, hemû rêberên din nikaribûn bi azadî bikin.”
Di dawiyê de, Rojnamevan Wirya Hesen dibêje: “Ev pêvajo dê bandorek pir erênî li ser hemû beşên Kurdistanê bike û dê ji bo hêzên din ên dagirker bibe modelek. Bê guman, guhertina hişmendiya Tirkiyeyê dikare ji bo welatên din jî bibe mînak. Bandor li deverên din yên welat berê jî hatine hîskirin. Şerekî berfireh li dijî Kurdan hatiye astengkirin. Dewletên dagirker li dijî Kurdan serî li her rêbazê dane. Lêbelê, ew bê encam mane û windahiyên wan ji yên Kurdan kêmtir nebûne.”
(wd)
