Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Rojnameyek Tirkiyeyê re axivî. Bahçelî tekildarî qanûna çarçoveyî diyar kir ku ew qanûn destpêka merhaleya nû ya pêvajoyê ye û got ku bi cihanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û pêkanîna edaletê dikare di demên pêş de bên rojeve.
‘Divê şertên Abdullah Ocalan bên başkirin’
Bahçelî derbarê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî ev tişt anîn ziman: “Niha di pêvajoya li pêşiya me de avêtina di rapora komisyona meclise de cih girtine hene. Di vê çarçoveyê de dê qanûnên pêwîst bên çêkirin. Abdullah Ocalan ku avakarê PKKê ye, ji bo fesîxkirina PKKê û berdana çekan xwedî fonksiyoneke girîng e. Divê di serdema li pêş me de ji bo karibe piştgiriya pêvajoyê bike şert û mercên wî werin sererastkirin.”
