Tevî werza Havînê û germiyê jî li Zozanên Pirje ya Balakayetî hê jî şînkahî û rengekî biharê ya xweş heye, dîsa berfa ji zivistanê barî heye û ji kaniyan av diherike. Ev bedewiya heyî bala geştyaran dikişîne ser xwe ku rojane gelek geştyar serdan dikin.

Geştyar û welatiyên ku serdana deverê kirin ji Rojnewsê re axivîn.

Geştyarê bi navê Karwan Kemal diyar kir ku ew ji Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê serdana herêmê kiriye ku berfê di vê werza havînê de bibîne û got: “Silêmaniyê pir germe, li Pirje berf hê jî heye û ava kaniyan pir sare û deverên xweşikin. Ji bo wê girînge ku hikûmet van herêman piştçav neke, rê û xizmetgurzariya ji bo vê herêmê bike.”

Karwan Kemal bal kişand ser bedewiya herêmê û wiha pêde çû: “Bedewiyeke wiha kêm li deverên din ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê tê dîtin. Ji ber salane berf dimîne, ji bo wê ez her sal serdana vê deverê dikim.”

Kesê bi navê Nerîman Selîm anî ziman ku mayîna berfê heta vê gavê li herêmê ji bo geştyaran pir girînge û got: “Ev berf ji bo me xelkê li herêmê jî dimîne pir girînge. Ji ber ku bûye çavkaniyeke baş a geştê. Hêviya me ji xelkê tên vê deverê divê jîngehê paqij bigirin û xwezayê biparêzin. Paşmayên xwe bi xwe re bibin, li paş xwe nehêlin.”

Nerîman Selîm diyar kir ku bi salane ku ev dever di werza havînê de bûne deverên geştyarî û got: “Mixabin rêya wê pir xirabe û kortûçalin. Hêvîdarim ku vê rêyê çêbikin û xizmetgûzariyeke baştir bikin. Ji ber ku nabe ku ev xweza û devera bedew bê xizmetgûzarî bimîne.”

Welatiyê bi navê Kerîm Mihemed destnîşan kir ku salane ji Rewanduzê serdana vê deverê dike û wiha pêde çû: “Werza Zivistanê rêya me girtîne ji ber berfê. Niha werza Havînê ye, me serdana vê deverê kiriye ji bo dîtina berfê û xwe hênik kirinê.

Kerîm Mihemed anî ziman ku salane çend caran serdanaq vê deverê dike ji bo dîtina dîmenên bedew û kêfeke baş jê digire û got: “Di nava gelî de jî berfek baş dimîne.”

Havîngeha Pirje bi qasî 17 kîlometre dikeve rojhilatê navçeya Çoman a sînorê Hewlêrê. Bi qasî 180 kîlometre jî dikeve başûrê rojhilatê Hewlêrê. Ev dever ji ber havînan berf lê dimîne, ava kanî, gul û kûlîlk lê dimîne bala geştyaran dikişîne ser xwe.

10 wêne
1 / 10

(eh)