Li Şaxa Sendîkaya Karkeran ya li Silêmaniyê, nûnerên berberên bajarê Silêmaniyê li ser astengiyên karê xwe daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Serokê Sendîkaya Karkerên Şaxê Silêmaniyê Derûn Rizgar ragihand ku berber rûbirûyê gelek pirsgirêkan tên û got: "Rêveberiya Xwecihî ya Silêmaniyê li şûna ku çareseriyekê ji berberan re peyde bike, astengiyan derdixe. Ew daxwaz dikin ku saetên kar ji bo wan werin diyarkirin, lê belê karê berberiyê hunereke azade û her kes dikare li gorî daxwaza xwe dikanên xwe bigire yan jî vebike. Me daxwaz kir ku em bi wan berberan re rûnin û guh bidin daxwazên wan, lê belê ew nehatin. Her wiha niha li her taxeke bajarê Silêmaniyê nûnerê sendîkaya karkeran heye."

Piştre Serokê Komîsyona Berberên Silêmaniyê Ferheng Mihemed axivî û pirsgirêkên xwe yên sereke wiha rêz kirin: "Ya yekem; kêmkirina wan xercên tendurustiyê yên ku ji me tên girtin, em daxwaz dikin wekî salên borî lê were kirin. Ya duyem; dayîna destûra kar divê di bin çavdêriya sendîkayê de be û ji bo her du salan carekê were nûkirin. Ya sêyem; kêmkirina nirxê kehrebeyê û wekhevkirina xercên dikanan bi malan re. Ji ber ku pirsgirêka me ya sereke evin.’’