Hêjîr yek ji fêkiyên demsala havînê ye. Bi hatina meha Tebaxê û bilindbûna pileya germê re digihije. Ji bo xwarinê xwedî tameke taybete û ji bo hişkkirinê û çêkirina reçelê tê bikaranîn. Xwezaya wê wisa ye ku ji ava hênik û paqij û ji pileya germê pir hez dike. Îsal ji ber guherîna avhewayê û zêdebûna rêjeya nemê, wextê gihiştin û berhevkirina wê bi temamî dereng ket û berhema wê jî wekî ku tê xwestin nîne.
Nîmet Mihemed ku ev 25 salin xwediyê yek ji baxçeyên gundê Zelmê ya li devera Hewraman a ser bi sînorê parêzgeha Helebceyê ye, ji bo berhevkirina berhema hêjîra îsal hatiye nav baxçeyê xwe. Ew dibêje, hêjîra Zelmê ji ber hênikî û paqijiya ava deverê navdare, tameke şirîn û taybet heye, di giranî û mezinbûnê de jî li gorî deverên din hêjîra wê mezintire.
Her wiha diyar kir ku li gundê Zelmê çend cureyên hêjîran hene, wekî Şah hêjîr, Hêjîra Zer, li gel Hêjîra Koçek û Koça Zer û ya Xemir, lê piranî Hêjîra Zer bazara wê başe.
Nîmet Mihemed ku karê baxçevaniyê ji bav û kalên xwe mîrat girtiye, îsal ji berhem û fêkiyê baxçeyê xwe bêhêvî bûye û dibêje: “Di nav van 25 salan de heta niha min neditiye ku berhema baxçeyê min bi vî rengî xirab bibe. Nexweşî û weşîna berhemê heye, her wiha ew tiştê ku bi daran ve maye jî xirab dibe û diweşe. Ya ku digihije jî aveke tirş jê dertê û ji bo xwarinê nabe. Îsal ked û westandina me vala çû, ji ber nexweşiyê berhem pir kême. Di heman demê de wextê gihiştina wê jî pir dereng ketiye. Salên borî di vê demê de ku wextê gihiştina hêjîran bû, min rojê 35 kîlo hêjîr di bazarê de difirot, lê niha ez çar-pênc kîloyan berhev dikim û difroşim. Ew jî ger ew çend fêkî hebe.”
Baxçevanek gundê Hacî Hemey a li sînorê navçeya Xurmalê Fereydûn Xerîb ku rojane bi karê baxçevanî û çandiniyê ve mijûl dibe, têkildarî heman mijarê axivî û got: “Îsal ji ber zêdebûna baranê ziyaneke mezin gihîştiye berhemên çandinî û baxçevaniyê yên devera me, bi taybetî jî hêjîr. Heta niha ew berhem nepijiyaye, di heman demê de nexweşe. Hêj di serî de dema ku keske rengê wê zer dibe, berhema wê diweşe û feydeya wê namîne. Ew tiştê ku kesk maye jî, ji ber rewşa hewayê wisa ye ku hêjîr nagihîje.”
Fereydûn Xerîb diyar kir ku îsal berhema hêjîran çênabe, ji ber ku hewa hêdî hêdî ber bi hênikbûnê ve diçe, hêjîr bixwe jî ji bo gihiştinê ji pileya germê ya bilind hez dike.
(fk)


