Niha li deşta bibereket a Şarezûrê ya ser bi parêzgeha Helebceyê, berhemên wekî bacanên sor, xiyar, kûlind, bîber û gindor gihîştine. Lê wekî her car pirsgirêka firotin û bazarkirinê heye. Ev yek jî bûye sedema fikarên cotyaran û hikûmet jî ti alîkariyekê nake.
Cotyarek gundê Tepereş Fazil Mihemed li ser mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Niha li Şarezûrê hemû berhemên me yên wekî bacanên sor, xiyar, gindor û bîber gihîştine, pere nakin. Ev bacana Kurdî ya ku me çandiye, nikarin bibin deverên navîn û xwarê yên Iraqê. Tenê li navxweyî tê firotin. Bacanên me yên sor heta tu bêjî bedewin, lê di bazarê de pere nakin û kîloya wan tenê 250 dînare. Hikûmet jî ti alîkariyekê nake. Ger di bazarê de kîloya wê bibe 500 dînar, em ziyanê nabînin.”
Fazil Mihemed qala mesrefa berhemên xwe kir û wiha domand: “Tenê sê sindoqan bi hezar dînarî dikirin, ji bilî dravê karker, veguhestina ji bo bazarê û karkirina xwe û malbata me. Ji ber bêbazariyê, çandina berhemê me û birina wî ya ji bo bazarê ne bi dilê me ye. Piraniya berhemên me xera bûne. Em diçin bazarê berheman li pey xwe dihêlin û bi nirxekî pir erzan tê firotin. Di vê deşta bi bereket de berhemên me yên wisa bedew hene, lê pere nakin.”
Diyar Mihemed ku firoşkarekî berhemên cotyarane li nav bazaran navçeya Seyidsadiq ji Rojnews’ê re qala mijarê kir û got: “Berhemên cotyaran li Deşta Şarezûrê hemû gihîştine, lê di bazarê de pere nakin. Ji ber ku li piraniya deverên din ên Kurdistanê jî berhem gihîştine û hemû ji bo navxweyî ya Herêmê ne, bêyî ku biçin deverên xwarê yên Iraqê.“
Her wiha Diyar Mihemed da zanîn ku piraniya berhemên wek bacan, bacanreş, gindor û xiyar bi 300 dînarî têne firotin, ev yek jî ziyanek mezin digihîne cotyaran, li gel vê jî nexweşî gelek di nav berhemên cotyaran de heye.
Hêjayî gotinê ye ku berhemên deşta Şarezûrê di bazarê de pere nakin û cotyar ji ber mesrefa zêde ziyanên mezin dîtine. Lê hikûmet gelek xemsar û paşguh dike. Desthilatdaran ti plan û projeyên wan ji bo kêmkirina barê giran ser milê cotyaran an jî dîtina mekanîzmayekê ji bo firotina berhemên wan û rêgirtina li ziyanên wan, nînin.
(fk)


