Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şewanî îro bi berpirsê kar û barên balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê Joshua Harris re hevdîtin kir.
Naveroka civînê rewşa girtiyên ku ji Sûriyeyê ji bo Iraqê hatine veguhestin, her wiha rêbazên pêşxistina hevkariya yasayî û dadwerî ya di navbera herdu welatan de bû.
Wezareta Dadê ya Iraqê ragihand ku di hevdîtinê de rêbazên hemahengiyê, danûstandina bi dosyaya girtiyan re li gorî qanûnîn Iraqê û pîvanên navneteweyî hatin gotûbêjkirin.
Wezaretê destnîşan kir ku Harris Pesnê rola hikûmeta Iraqê û Wezareta Dadê ya di veguhestina girtiyan ji Sûriyeyê de da û got, DYA‘yê bi hemahengiya bi hevkarên xwe re dixebite ku di vê dosyayê de desteka pêwîst bide Iraqê.
