Dijeterora Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ofîsa taybet a Serokê demborî yê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê mayîna rêveberê Ajansa Parastinê ya li Pîrmamê hatin bombebarankirin.
Hate diyarkirin ku êriş bi rêya du dronên bombebarkirî di demjimêr 00:28’ê berbanga îro de hatiye pêkanîn.
Hate destnîşankirin ku ew dronên ji curê Hedîd-110 ne û ji aliyê sînorên Îranê ve hatine avêtin.
Li gorî heman agahiyan di encama êrişê de ti ziyanên canî çênebûne.
Dijeterora Herêma Kurdistanê ev êriş şermezar kir û ragihand ku ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin û berpirsyariya tam a encamên wê di stûyê encamderên wê de ye.
