Li Gundê Kanaro ya ser bi bajarokê Çarta ya sînorê Paêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê endamên Çapemeniya Azad bi boneya salvegera duyemîn ya şehîdbûna Gulistan Tara û Hêro Bahadîn du kevok û du kew berdan xwezayê.
Rojnamevanan careke din soza girêdanbûna xwe ya bi şehîdan re dubere kirin.
Piştre jî du kevok û du kew firandin xwezayê. Ev yek jî tê wateya ku wê heta dawiyê girêdayî doz û rêya wan bin.
Xelkê gund jî piştevaniya xwe ya ji bo rojnamevan û ragihandina azad û şehîdan dubare kirin.
Hêjayî bibîr xistinê ye 23’yê Tebaxa 2024’an li ser rêya Seyîdsadiq-Helebceyê di êrişeke balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.
(eh)
