Piştî carek din destpêkirina şerê di navbera Amerîka û Îranê de, her wiha êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, bandorek rasterast li ser rewşa welatiyan kiriye. Bi taybetî li ser bilindbûna nirxê sotemeniyê kiriye. Benzîn bi hemû cûreyên xwe ve 100 dînar zêde bûye, lîtreya gazê jî ji 400 dînarî bûye 470 dînar ku ji niha ve li benzînxaneyan peyda nabe.
Welatiyek mûçexwer Mihemed Kemal ji bo wergirtina benzîn û gazê hatiye yek ji benzînxaneyên bajarê Silêmaniyê. Wek Mihemed bi xwe dibêje: “Roj bi roj nirxê sotemeniyê giran dibe û pirsgirêkan ji bo welatiyan çêdike. Rewşa sotemeniyê gelek xirabe û berdewam di bilindbûnê de ye. Îro serê sibehê nirxê lîtreya benzînê 1100 dînar bû, heta nîvro 50 dînarên din çûye ser.”
Mihemed Kemal diyar kir ku pirsgirêk ne tenê benzîne, gaz jî peyda nabe û got: “Ji sibê ve çûme gelek kargehên gazê, girtî bûn. Min serdana gelek benzînxaneyan jî kiriye, gaza wan tune bû. Ev mûçeyê ku em werdigirin, em nizanin bidin heqê elektrîkê, benzînê an jî gaze. 45 rojan carekê mûçe tê, em nizanin çawa xerc bikin. Rewş xirabe û nêzîke ku ji kontrolê derkeve.”
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî piştrastî daye welatiyan ku di embaran de ji bo zêdetirî du mehan sotemenî heye, lê bêbaweriya welatiyan a li hemberî hikûmetê, benzînxane qerebalixtir kirine.
(fk)

