Li sernaserî Iraqê mijara komkirina hemû çekan di destê dewletê de bûye yek ji rojevên sereke yên aliyên siyasî û leşkerî. Lê ev biryar ji bo pêkhate, civak, ol û baweriyên qedîm ên di nav de civaka Êzidî de, fikar û metirsiyên kûr ên ewlehiyê bi xwe re tîne.

Civaka Êzidî ku di fermana 2014’an de ji ber nebûna parastinê rastî ferman û komkujiyê hat, ji nav xweliya wê fermanê hêzên xwe yên parastinê yên xweser ava kirin. Ji ber vê yekê, betalkirin an jî bêçekkirina van hêzan bêyî ku garantiyeke fermî hebe, mîna vekirina riya fermanên nû tê dîtin. Civaka Êzidî li dijî biryarên yekalî radiweste û destnîşan dike heta ku dewleta Iraqê ewlehî, maf û hebûna wan nexe bin garantiyeke destûrî û pratîkî, bê parastin mayîn nayê qebûlkirin.

Berdevka Koordinasyona TAJÊ Rîham Hesen li ser mijarê wiha axivî: “Di fermana sala 2014’an de, êrişeke bêyî cudahiya temen û zayendî li ser civaka me ya Êzidî pêk hat. Berî ku êrişî hêzên leşkerî bikin, civak, jin û zarok kirin armanc. Wê demê me bi çavên xwe dît ku hêzên ewlehiyê xelkê herêmê hiştin û vekişiyan. Ji ber ku biryar û îradeya me ne di destê me de bû, bi fermanekê ew hêz, çi yên ser bi hikûmeta Iraqê û çi jî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bin, paşve kişiyan. Di wê kêliyê de derfet ket destê dijmin û me ev rastî bi çavên xwe dît.”

Rîham Hesen diyar kir ku piştî fermana 74’an ji bo gelê wan tişta herî pîroz bû parastina xwe xweser û wiha domand: “Gel girîngiyeke mezin da vê yekê; kesên ku dikaribûn çek hildin, çekên xwe hildan û berxwedan. Di wê rewşa zehmet de em di navbera hebûn û tunebûnê de bûn; ya me ew bû ku em berxwedanê bikin yan jî emê tune bibûyana. Heta roja îro jî ew êriş û zextên li ser hebûna me ji ber ol û baweriya me berdewam dikin. Gava êrişek çêbibe, rasterast nasname û civaka Êzidî dikin hedef.”

Her wiha Rîham Hesen tekezî kir ku metirsiya rêxistina ku di sala 2014’an de ew dîroka reş anî serê wan hîn bi dawî nebûye û wiha pê de çû: “Wekî ku tê zanîn, niha êrişeke mezin li ser hêzên me yên wekî Asayîşa Êzidxanê, YBŞ û YJŞ’ê heye. Çaxê ku dosya Şengalê tê nîqaşkirin, van hêzan wekî 'hêzên neşerîî' binav dikin. Lê li gorî me, meşrûiyeta herî mezin ewe ku mirov temsîla gelê xwe bike û karibe parastina wî bike. Hikûmeta Iraqê dixwaze dosya Şengalê bixe nîqaşê û vê dosyayê radestî wan hêzên ku bûn sedema fermanê bike; ew hêzên ku nehatine darizandin û di dadgehan re derbas nebûne.

Di dawiyê de Rîham Hesen destnîşan kir ku daxwazên civaka wan bi salane hemane, tenê mafên xwe yên rewa dixwazin û got: “Li Iraqê behsa pergaleke destûrî û demokratîk tê kirin, lê di pratîkê de tiştekî wiha nîne. Gelê ku ji 74 fermanan derbas bûye, mafê wî yê welatîbûnê wekî pêkhateyên din ên Iraqê nayê dîtin. Wekî civaka Êzidî em nahêlin ku biryar li ser dosya Şengalê bi vî awayî bi hêsanî bê wergirtin. Banga me ji bo hemû Êzidiyan çi li hundir û çi li derveyî welat ewe ku piştgiriyê bidin vê projeyê. Entegrasyoneke demokratîk di navbera me û hikûmeta Iraqê de pêwîste, bi mercê ku vîn û nasnameya me were qebûlkirin.”

Endama Asayîşa Jin a Êzidxanê Şîlan Mihsin qala giringiya hebûna hêzek navxweyî kir û wiha anî ziman: “Hebûna Asayîşa Êzidxanê, YBŞ û YJŞ’ê di nav civaka Êzidî de gelekî girînge ji bo ku rê li ber qetliamên nû were girtin. Ger ev hêz nemîne, piştî wê dê ferman û êrişên nû li ser civaka me pêk bên. Ji ber vê yekê, pêwîste em di aliyê perwerdeyê de xwe hîn zêdetir zana bikin da ku em bikarin pêşiya van komkujiyan bigirin.”

Endamê Kolektîfa Saza Êzidî Berces Xelef jî da zanîn ku civaka Êzidî niha dîsa rastî xeterî û gefên fermanê tên û got: “Her roj kesek daxuyaniyekê dide û qetlîama me rewa dibîne. Di vê rewşê de ji me re dibêjin 'çekên xwe radest bikin'. Ev tişt gelekî bi zehmete û bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ger hikûmet karibe ewlehî û aramiya vê herêmê û civaka Êzidî misoger bike, da ku bûyerên berê dîsa dubare nebin, emê ji vê re rêzê bigirin. Lê ger ev garantî nebe, danîna çekan ji bo gelê me gelekî bi zehmete û em ti ewlehiyê di vê yekê de nabînin.”

Berces Xelef herî dawî vê bangê kir: “Daxwaza me ewe ku parastina civaka Êzidî ya li çiyayê Şengalê û derdorê bête kirin. Gava ku rewş baş bû û aramiya tam çêbû, wê demê em jî wekî her xelkî dikarin tevlî biryarên dewletê bibin, lê bê hebûna hêzên me yên ji ciwanên me pêk werin, tu garnatî nîne.”

(fk)