Her roja diçe jiyan û debara welatiyên Herêma Kurdistanê di warê aborî de zehmet dibe. Li aliyekê paşketina mûçe û bihabûna nirxên pêwîstiyên rojane, nebûna kar rewş xistiye asteke zêdetir a zehmetiyê. Têkildarî vê rewşê welatiyan nerazîbûnên xwe û rewşa jiyana xwe ji Rojnewsê re vegotin.

Welatiyê bi navê Helwêst Mihemed anî ziman ku li gel xirabûna rewşa aborî, pêwîstiyên me berê yên seretayî dikirîn niha em nikarin bistînin û got: “Bi nebûna mûçe û xirabbûna rewşa darayî ew nikarin pêwîstiyên xwe bikirin. Nimûne berê me bikarîbûna torbeyek şekir bikirîbûna, niha em dikarin çend kêloyan bikirîn. Dîsa ev ji bo pêwîstiyên din bi heman rengî ye.”

Welatiyê bi navê Şazad Serwer jî bal kişand ser rewşa bazarê û diyar kir ku ne pir baş û ne jî xirabe û wiha domand: “Ji ber ku xelkê bi giştî pere nîne, nikarin hemû tiştekê bistînin. Ez weke karkerkekê rewşa min baştire ji keseke ku karmende. Divê karmend li gel karê xwe kareke din jî bike, heta bikare debara xwe ya rojane bike.

Şazad Serwer qala bihabûna nirxên berheman jî kir û got: “Nirxên kelûpelan pir zêde bûye. Di navbera niha û berê de cudahî heye. Ji ber zêdebûna karkerên biyanî, xelkê herêmê nikarin kar bikin. Eger kar jî bi destê wan bikeve jî, bi heqdesteke kêm dikeve.”

Dikandarê bi navê Osman Kerîm destnîşan kir ku nirxên pêwîstiyên seretayî pir biha bûne û wiha domand: “Bi taybet di xorekên weke birinc, rûn, pêwîstiyên rojane de nirx zêde bûye. Li aliyê din kirîn û firotina li bazarê kême. Sedema vê ya herî mezin jî ewe ku mûçeyên karmendan nayên dayîn.”

Osman Kerîm diyar kir ku nebûna mûçe wisa kiriye ku êdî bilindbûn û nizimbûna bê wate bimîne, ji ber ku pere bi xelkê nîne û wiha pêde çû: “Di nava bazarê de kes naxuyên, qezenca me rojane 4 heta 5 hezar dînare. Carnan tenê di çend rojên ewil ên dayîna mûçe de tevger li bazarê dikeve. Bêmûçeyî jiyana karmend û mamosteyan pir zehmet kiriye.”

Dikandarê bi navê Siyamed Reşîd jî anî ziman ku karê dike têra debara jiyana wî ya rojane nake û got: “Ji ber ku bazar gelek lewaze. Carnan dikanek dikarîbû deh malbatan xwedî bike, lê niha bi xwe deyndare. Mûçe 47 roje hatiye paşxistin. Em hemû li benda dayîna mûçeyane. Eger welatî mûçeyên xwe bigirin, nikarin pêwîstiyên esasî yên rojane bigirin. Ji ber ku nirx pir biha bûne.”

(eh)