Heftiya borî, hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê daxwaza deynên xwe ji welatiyan kir, bi taybetî deynê elektrîkê. Her wiha gef xwar ku ger welatî di dema 50 rojan de deynên xwe nedin, wê elektrîka malên wan bibirin. Niha elektrîka bi dehan malan ji ber nedayîna pereyan hatiye qutkirin. Li aliyê din hikûmet bi xwe nêzîkî 49 milyon dînar pereyê mûçeyên paşketî deyndarê her karmendekê ye û paşguh kiriye. Li ser vê mijarê, beşek ji karmend û mûçexwarên bajarê Silêmaniyê ji Rojnewsê re axivîn.
Mamostayê Zanîngehê Ehmed Mihemed qala pirsgirêkên jiyan dikin kir û got: “Ji destpêka krîza aborî ve, min ne pereyê avê û ne jî yê elektrîkê nedaye. Ji ber ku bi dehan milyon dînar mûçeyên me mûçexweran li gel hikûmetê ne. Bila hikûmet pereyê av, elektrîk û deynan ji wî mûçeyê paşketî qut bike. Me ji Wezîrê Aboriyê daxwaz kiriye ku deyn ji wan mûçeyan werin qutkirin. Wan bixwe berê gotibû ku ewê vê yekê bikin, lê gotinên xwe pêk neanîn.”
Ehmed Mihemed destnîşan kir ku hikûmet mûçeyên wan nade, lê daxwaza deynê elektrîkê dike û wiha axivî: “Ger tu mûçexwer bî, ewê pereyan ji projeya Hejmara Min û ji mûçeyê mûçexweran qut bikin, ne ji deyn û paşketiyên ku li gel desthilatê ne. Desthilat gefa birîna elektrîkê dixwe, lê ew qas mûçeyên me li gel hikûmetê ne û nade. Helwesta herî baş ewe ku dayîna pereyê av û elektrîkê were redkirin. Heta ku desthilat biryarê bide ku pereyan ji paşketiyê qut bike, ne ji mûçeyê wan ê heyî.”
Pereyê hikûmetê ku li gel welatiyane, bi her du cureyên deyn û pêşîneyan ve nêzîkî du trîlyon dînare. Lê ew pereyê welatiyan ku li gel hikûmetê ye, zêdetirî 24 trîlyon dînare. Ji ber vê yekê, hikûmet niha daxwaza deynên xwe dike, lê ne amade ye deynên xelkê bide. Ger hikûmet deynên welatiyan bide, wê yekser jiyana xelkê û bazar geş bibe û hêza darayî ya hikûmetê jî baştir bibe, ne bi vegerandina du trîlyon dînarê ku li gel welatiyan.
Karmendek xanenişîn a li Silêmaniyê Rêzan Hesen têkildarî heman mijarê axivî û got: “Nirxê benzînê li benzînxaneyan giran bûye. Sibehê gava tu ji xew radibî, tu dibînî ku 50 dînar çûye ser nirxê benzînê. Ev di demekê de ye ku binê vê axê hemû neft û benzîne. Piştî 45 rojan mûçe hatiye dayîn. Planeke hikûmetê ya wisa nîne. Ger plana wê hebûya, wê dikaribû benzîna pêwîst ji bo welatiyên xwe dabîn bike.”
Rêzan Hesen diyar kir ku mûçe di dema xwe de nayê dayîn, ji ber vê yekê nikarin di dema 50 rojan de pereyê elektrîkê bidin û wiha domand: “Carinan wisa dibe ku faturaya elektrîkê her 20 rojan carê tê û pereyekî zêdetir diçe ser. Wek mînak faturayek 50 hezarî ji min re hatibû, gava min da, piştî çend rojan 75 hezarên din ji min re hatin. Her şev jî çar saetan elektrîk tê birîn û elektrîka me ya jenatorê jî nîne. Em bi neçarî diçin malên xizm û kesûkarên xwe.”
Di dawiya axaftina xwe de Rêzan Hesen got: “Wek welatiyek daxwaza me ewe ku barê ser milê me sivik bikin, ne ku hemû giraniya barê bixin ser milê me.”
(fk)


