14’yê Tîrmehê di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurd û Kurdistanê de destaneke wisa ye ku eger li lûtkeya çiyayên bilind û asê yên Kurdistanê bi tîpên zêrîn bê nivîsîn, li nava hemû kolan û kuçeyên Bakurê Kurdistanê peykerên wan were çikilandin emê dîsa nikarin hewqê wan bidin.

Destanek ku azadiyê ji nava dîwarên girtîgehê derxist û qehremanên çîroka wê jî ti demekî nokertiyê qebûl nekirin û ji bo azadiyê têkoşîn mezin kirin. Bi vê berxwedan û têkoşînê Kurd bi hêz bûn û li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd ji xewa giran rabûn.

Berxwedana 14’yê Tîrmehê ya Girtîgeha Amedê

Di 12’yê Îlona sala 1980’an de generalên faşîst ên Tirk di bin serokatiya Kenan Evren de darbeya leşkerî kirin û dest danîn ser desthilatê. Piştre dest bi girtin û binçavkirinê kirin. Girtîgeh tije kirin ji kesên şoreşger û azadîxwaz ku piraniya wan Kurd bûn.

Gelek alîgir û qadroyên pêşeng ên PKK’ê hatin girtin. Lê qadroyên PKK’ê girtîgeha Amedê vegerandin navenda xebat û berxwedaniyê. Karîn bi berxwedana xwe destan binivîsin û armanca desthilata Tirk ya li dijî Kurdan berovajî bikin.

Berxwedana 14’yê Tîrmehê çawa çêbû?

Di Adara 1981’an de gelek qadroyên pêşeng di girtîgeha Amedê de li dijî zilm û sîstema êşkenceya li girtîgehê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di roja 43’an a çalakiyê de berpirsên girtîgehê neçar dibin li gel Kemal Pîr ku wek nûnerê çalakvanên greva birçîbûnê bû, di axivin û soz didin ku daxwazên wan bicih bînin. Li ser vê sozê jî çalakiya greva birçîbûnê bi dawî dikin.

Lê rayedarên Tirk van sozên ku dabûn bi cih neanîn û berovajî êşkenceya li girtîgehê hîn zêdetir kirin. Ji ber êşkenceyê gelek qadroyên PKK’ê şehîd bûn. Li beramberî vê zilm û sîstema êşkenceyê yek ji qadroyên pêşeng ên PKK’ê, Mazlum Dogan di 21’ê Adara 1982’an de bi dirûşma “Berxwedan jiyane, teslîmbûn mirine” agir diberde bedena xwe û şehîd dibe.

Vê çalakiyê deng da û li pey wê de jî çar qadroyên din ên bi navê Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mehmûd Zengîn û Necmî Oner biryara çalakiya fedayî didin û di şeva 18’yê Gulana 1982’an de destê hevdû digrin û agir bi bedena xwe dixin û di qêrin “Berxwedan jiyane, teslîmbûn mirine.”

Ev çalakî bandorek mezin li ser qadroyên din ên PKK’ê jî dike û biryar didin çalakiyên hîn mezintir bikin daku gelek hevalên wan bikarin tevil bibin. Ji bona wê roja 14’yê Tîrmeha 1982’an de di rûniştina dadgehê de radigihînin ku ewê dest bi çalakiya rojiya mirinê bikin.

Çar qadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmed Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Elî Çiçek dest bi rojiya mirinê dikin. Piştî 55 rojan, Kemal Pîr şehîd dibe, Mehmed Xeyrî Durmuş di roja 58’an de, Akif Yilmaz di roja 66’an de û Elî Çîçek jî di roja 67’an de şehîd dibin.

Îradeya 14’yê Tîrmehê bû îlhama pêngava 15’yê Tebaxê

Îradeya 14’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd û PKK’ê bû hêz û destanek. Ruhê 14’ê Tîrmehê ji bo pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an bû îlhamek û PKK’ê êdî dest bi pêngava şerê çekdarî kir.

Di 15’yê Tebaxa 1984’an de yekem gule ji aliyê gerîlayên PKK’ê ve dibin fermandariya Şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) de li dijî artêşa Tirk a dagirker hat teqandin. Êdî li Bakurê Kurdistanê pêngavek nû ji bo bi destxistina mafên gelê Kurd hat destpêkirin.

Berxwedana 14’yê Tîrmehê sinorên Bakurê Kurdistanê derbaskir

Destana berxwedana 14’yê Tîrmehê ya girtîgeha Amedê sinorên Bakurê Kurdistanê derbaskir û li parçên din ên Kurdistanê jî girtiyên Kurd li ser heman îrade û berxwedanê li dijî zilm û zora dagirkeran li ber xwe didin.

Di girtîgehên rejima Îranê de jî girtiyên Kurd yên bi navên Şirîn Elemholî, Ferhad Wekîlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderyan û Mehdî Îsmaîlyan jî ku li dijî zilm û êşkenceya rejimê li ber xwe dan, lewma di 9’ê Gulana 2010’an hatin bi darvekirin.

Berxwedana 14’yê Tîrmehê bû çekek li dijî zilma desthilatê. Li kuderê desthilat zilm bike berxwedana 14’yê Tîrmehê xwe nû dike. Êdî rûhek avakiriye ku nikarin zilmê qebûl bikin.

Bi ruhê agirê 14’yê Tîrmehê îro jî bûn rêwiyê rêyeke nû

Vê berxwedanê Tevgera Azaday Kurd gihand roja me ya îro. Bi ruhê 14’yê Tîrmehê Rêber Apo doza Kurd îro bi pêngava ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya 27’ê Sibata îsal gihande asteke ku çavê hemû cîhanê lê ye. Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya bi wî ruhî li Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê li dijî her cûre çekên qedexe û kîmyawî li ber xweda, îro temsîla wê vînê dike.

Gerîla li ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ komeke gerîla ji 30 kesî weke Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ pêk dihat, bi pêşengiya Hevseroka Giştî ya KCK’ê, Besê Hozat 11’ê Tîrmeha 2025’an de li Şikefta Casene ya li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê çekên xwe şewitandin û mîna berxwedêrên 14’yê Tîrmehê jinûve vejiyan û vejînek nû dan destpêkirin, ber bi qonaxeke nû ya siyaseta demokratîk ketin rê.

Îro zêdetirî salekê bi ser merasîma sembolîk a çek şewitandinê re derbaz bû û gelê Kurd di pêşengtiya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê de, di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de ji her demê zêdetir nêzîkî azadî û pêkvejiyana demokratîke.