Li navenda Semawayê ya li sînorê parêzgeha Musenayê, çayxaneyek bi navê ‘Parleman’ heye ku temenê wê bi qasî dîroka nûjen a Iraqê ye. Tevî sadebûna dîmenê çayxaneyê, ev der di sala 1933'an de hatiye avakirin û bûye navendeke germ ji bo sohbet û nîqaşên siyasî.

Îmad Fenî ku xwediyê çayxaneyê ye, ji Rojnewsê re ragihand ku cihê siyasî ya vî cihî bê berdêl nebûye û diyar kir ku gelek caran rewşenbîr û endamên çayxaneyê ji ber helwest û çalakiyên xwe yên siyasî, ji aliyê desthilatên li pey hev ve rastî lêpirsîn, girtin û cezayên dadwerî hatine.

Sedema binavkirina vî cihî wekî ‘Parleman’ jî ji ber atmosfera taybet a ku di nav çayxaneyê de hebû ye. Welatiyekî bi navê Ednan ku li çayxaneyê de rûniştibû got: “Rûniştinên di nav çayxaneyê de bi temamî dişibiyan civînên parlemantoyê. Rojane bazirgan, çalakvan, kesayetên siyasî û oldar li dora hev diciviyan û behsa pirsgirêkên giştî dihat kirin, nêrîn û raman dihatin pevguhartin û rêz li cudahiya ramanê dihat girtin. Heta rewş digihîşt wê astê ku amadebûyan li ser pirs û mijarên rojê di navbera xwe de dengdan pêk dianîn."

Heta niha jî çayxaneya Parlemanê parastina resenî û nasnameya xwe berdewam dike. Ciheke ku tê de welatiyê asayî dibe parlemanter û bi azadî nîqaş dike, rexne dike, nerazîbûna xwe nîşan dide û deng dide ye. Her çend biryarên di nav vî ‘parlemantoya’ gelêrî de ji sînorê deriyê çayxaneyê derbas nebin jî, lê wekî platformeke zindî ya azadiya raman û fikra dîrokî ya Semawayê bi zindî maye.

11 wêne
1 / 11

(fk)