Di saetên êvarî de li Gundê Çemsîrmo ya dikeve sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê ciwanek di Rûbarê Xabûr de xendiqî. Her wiha cenazeyê herdu ciwanên Ereb di nava Zêyê Mezin de li bajarokê Xebat dikeve sînorê Parêzgeha Hewlêrê xeniqîbûn jî hate dîtin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me, ciwanê li Zaxoyê Xeniqî navê wî Ehmed Hîmkete û 22 salî ye.
Piştî cenaze hate derxistin ji bo otopsiyê rakirin saziya tiba edlî ya Zaxo. Li gorî vê ji serê salê ve heta niha 11 kes li Zaxoyê xeniqîne.
Li aliyê din cenazeyê du ciwanên Ereb berî sê rojan di ava Zêyê Mezin de ya bajarokê Xebat xeniqîbûn jî hatin dîtin.
(eh)
