Çiyayê Olimpus ê di mîtolojiya Yewnana Antîk de ku weke mala xwedawendan dihate nasîn, piştî bendewariya 12 salan kete nava Lîsteya Mîrasê Cîhanî UNESCO’yê.

Olimpus a çiyayê herî bilind ê Yewnanistanê ye ji ber çand û xwezaya xwe ya girîng kete lîsteya statûya ‘mîrasê cîhanê yê giştî’. Ev biryar di civîna Komîteya Mîrasê Cîhanî UNESCO ya li bajarê Busan a Koreya Bakur hate girtin.

Çiyayê Olimpus a 2 hezar û 918 metre ji asta deryayê bilinde ji sala 2014’an û vir ve namzetê ketina nava lîsteya mîrasê cîhanî UNESCO’yê bû. Ji mîtolojiya Yewnana Antîk çiyayê ku Zeus û 12 xwedawendên Olimpus lê dijîn tê qebûlkirin, bi piraniya dengan keta nava Lîsteya Mîrasê Cîhanê.

Li gel Çiyayê Olumpusê, peravên fîgurên D-Day a dikeve peravên Normandiya ya Firansa, Asuka û Fîjuwara ya paytexta antîk a Jeponya û qada xwezayî ya Boma-Badîngîlo ya dikeve Başûrê Sûdanê jî ketin nava Lîsteya Mîrasê Cîhanî. Boma-Badîngîlo ya Başûrê Sûdanê bû yekem qada ku dikeve lîsteya mîrasê cîhanî.

(eh)