Di saetên piştî nîvroyê de cotyarên navçeya Kelar, Çemçemal û Şarezûr a ser bi navçeya Kelar a girêdayî îdareya Germiyanê li hev kom bûn û daxwaza dayîna mafê xwe yên darayî kirin.

Cotyarê bi navê Osman Emîn li ser navê cotyaran axivî û diyar kir ku sibe wê li ber deriyê Wezareta Darayî ya Iraqê xwepêşandaneke mezin bikin û got: “Em jî weke nûnerên cotyarên Kurdistanê tevlî bibin ji bo mafê xwe yê sala 2025-2026’an bistînin. Emê piştevaniya cotyaran bikin ji bo ku nebêjin cotyarên Kurdistanê di girtina mafê xwe de xemsarin. Ji sala 2025’an 140 milyar dînar ên me li gel Hikûmeta Iraqê maye nehatî dayîn. Ji îsal jî 3 trilyon û nîv pereyê cotyarên Iraqê li gel hikûmetê maye û nehatiye dayîn. Ji bo cotyar tevlî xwepêşandanê nebin gotegotên wê 350 milyar dînar bidin.”

(eh)