NAVENDA NÛÇEYAN Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku dahata bac û milkên mirî (dewletê), ji sala 2019'an heta dawiya sala 2025'an, gihiştiye nêzîkî 5 trilyon û 415 milyar û 30 milyon dînar. Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta demborî a Herêma Kurdistanê derbarê daneyên dahata bacê ya heft salên borî ya Herêma Kurdistanê de, dane û agahiyên nû parvekir. Wezaretê diyar kir ku ji bo rêkxistina karên bac û milkên mirî, komkirina dahatê, nehiştina xwevedizîna ji bacê, betalkirina efûkirinên bacê û lêkolîna ji bo deyndarên bacê gelek pêngavên girîng hatine avêtin. Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku dahata bac û milkên mirî (dewletê), ji sala 2019'an heta dawiya sala 2025'an, gihiştiye nêzîkî 5 trilyon û 415 milyar û 30 milyon dînar. Pêngav û reformên wezaretê yên ji bo rêkxistina bacê evin: Sîstematîkkirina proseyên karûbarên bac û milkên mirî bi hemahengiya li gel Saziya Teknolojiyaya Zanyariyan, her wiha rêkxistina nû ya bacê û danîna rênîşandanên taybet ji bo girtina baca hawirdekirin û hinardekirinê ya li xalên sînorî. Di dawiyê de hat destnîşankirin ku rêjeya her herî zêde ya dahata bac û milkên mîrî li parêzgeha Hewlêrê ye; ji ber ku hejmara herî zêde ya kompayayên mezin û liv û tevgera bazirganî li Hewlêrê ye. Baca hawirdekirin û hinardekirinê jî bi temamî ji xalên sînorî û dergehan tê komkirin. Hêjayî gotinê ye belavkirina van daneyan di demekê de ye ku ji ber gendelî û nebûna şefafiyetê ya li Herêma Kurdistanê, ne derbarê çavkaniya dahatê, ne li ser miktara rasteqîn a dahatê û ne jî li ser şêwazê bikaranîna wê tu agahiyek hûr nîne. Li gorî çavdêran dahata herêmê ji ya tê belavkirin gelek zêdetire.