Têkildarî êrişên li ser rojnamevanên jin ên li Iraqê Komeleya Rojnamevanên Jin a Iraqê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rojnamevan Dr. Minar Zubeyde, Bînîn Eylas û Temenî Îmad Seruy dema li ser karê xwe bûn, rû bi rûyên gefên elektironîkî, destdirêjî û exlaqî yên raste rast bûn.

Hate diyarkirin ku ev yek ji aliyê hinek partiyên desthilat û çekdaran ve pêk hatiye û armanca wê jî bêdengkirina dengê nerazî û spandina sansorê ye.

Di dawiyê de Komeleya Rojnamevanên Jin a Iraqê daxwaz li avaniyên ewlehiyê, hikûmet û dadweriyê kiriye ku bi lezgîn lêkolînên cidî bidin destpêkirin ji bo eşkerekirin û cezakirina van aliyan. Dîsa daxwaza parastina rojanemvanan hate kirin.

(eh)