Li Taxa Hewar a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Mamoste Necim Mihemed û Gulale Umer ên hevjînên hevin li pêşiya mala xwe ku berê cihê gelaş û çopê bû bi hevkariya cîranên xwe vegerandine jîngeheke kesk.
Têkildarî mijarê herdu hevjîn ji ajansa me re axivîn.
Necim Mihemed diyar kir ku xweza û mirov ji hev nayên qutkirin û got: “Bê navber bandor li ser hev dikin. Dema li gund mamoste bûm. Dema havînê dimam, alîkariya cotyar û gundiyan dikir. Têkiliyeke ruhî, civakî û netewî li gund hatibû avakirin. Dema hatim bajar, hê jî bandora wê demê li ser min mabû.”

Mamoste Necim Mihemed anî ziman ku dema hate Taxa Hewar li ber mala wan mixabin ji ber nebûna asta rewşenbîrî ya jîngehê li ber mala wan ciheke yê gelaş û çopê hebû û wiha pêde çû: “Di demekê de ku pêwîstiya me tevan bi jîngeheke paqij heye û divê biparêzîn. Avêtina gelaş û çopê dîmeneke pir xirabe û jîngeha me qirêj dike. Vê yekê kir ku em bi cîranan re bi têl û şîşan kir baxçeyeke biçûk. Dar û şînatiyên ku li gorî avhewaya herêmê digunce ên weke tû, hinar, hêjîr, mêw dîsa zebzeyên cuda cuda çand. Bi demê re berhemên xwemalî yên baş derketin.”
Mamoste Necim Mihemed bi tenê kar nake, hevjîna wî jî kar dike û wiha domand: “Zimetkirina ji bo vî baxçeyî ked û westan divê. Ji ber jiyanê nikarîn wisa pir baş xizmetê wê bikîn. Dema ji bo kar an jî cihekê diçim, hevjîna min alîkarî dike. Çawa Qendîl bê gerîla nabe, ez jî bê hevjînê xwe nikarim tiştekê bikim. Bê navber bi hev re alîkarîn. Spasiya wê dikim, ji derveyî karê malê hevkariya min jî dike.”

Hevjîna Mamoste Necim Mihemed Gulale Umer jî bal kişand ser girîngiya alîkariya hevjînan a bi hev re û got: “Ji bo parastin û xizmetkirina vî baxçî pêwîste bi rojan lê binêrî. Her dema Mamoste Necim ne amade be, ez lê dinêrim. Pir başe her gava pêwîstî bi şînatiyê hebe, pir baş û nû li ber destê te hebe. Tam û lezeta wê cuda ye ji yên bazarê.”
Herî dawî Gulale Umer ev got: “Divê her ferdeke Kurd ji zarokatî ve li ser parastin û şînkirina jîngehê bê perwerdekirin. Ji ber ku dar û şînatî bandoreke baş û oksîjenê li ser mirovan dike. Jîngeha Kurdistanê ewqasî xweş û heybeta çavê mirov jê venabe. Ji bo wê dagirkeran çavê xwe dayê. Tên daran dibirin û dişewitînin. Ji bo parastina xaka Kurdistanê divê zarok bên perwerdekirin û bi zimaneke jîngehê bên perwerdekirin.”
(eh)
