Berî niha bi çend kêliyan li nava avahiya Walîtiya Silêmaniyê dengê du teqînan hate bihîstin.

Nûçegihanê me ragihand ku depoya sûtemenî ya li nava avahiya Walîtiya Silêmaniyê teqiya û dengê du teqînan hatiye bihîstin. Hetan niha agahiyên zêdetir nehatine girtin.

Heta ragihandin ku tîmên agirvemirînê gihiştine cihê bûyerê ji bo vemirandina şewatê.

Hate diyarkirin ku depoya şewat lê derketî, cihê ku sûtemeniyê ji bo wesayîtên Walîtiya Silêmaniyê tê parvekirine.

Hêjayî bibîr xistinê ye du şev li depoyeke ya sûtemeniyê dema sûtemenî dihate valakirin agir bi depoyan ketiye û gelek sûtemenî şewitîn. Di şewatê de 20 kes jî birîndar bibûn.

6 wêne
1 / 6