Bi ser Fetwaya Cîhadê ya ku Xumeynî li dijî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dabû re 47 derbas bûn. Xumeynî ku hîn nû hatibû ser desthilata Îranê, bi êrişa leşkerî û darvekirinan bersiva daxwazên herî rewa yên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ku ew jî demokrasî û mafê xwerêveberiya Rojhilatê Kurdistanê bû, da.

Dema ku sîstema Şah di sala 1979’an de rûxiya, rêberê olî yê Îranê Ayetullah Xumeynî ku li derveyî Îranê dijiya, vegeriya Tehranê û li Îranê sîstemek Îslamî ya Şîe ava kir. Di 31’ê Adara 1979’an de, Xumeynî referandûmek lidar xist ku tê de ji gelê Îranê ” ji bo dewletek Îslamî ya Îranê erê an na” pirsî.

Roja 19’yê Tebaxa sala 1979’an Rêberê Îranê, Ruhillah Xumeynî li dijî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê Fetwayek Cîhadî ya kuştinê ragihand û xwîna Kurdan helal kiribû.

Xumeynî di fetwaya xwe de gotibû; “Niha agahiyek gihiştiye min artêş (Artêşa Îranê) û saziyên wê hatine dorpêçkirin û ger heya nîv saet din alîkarî ji wan re neçe wê werin bêçek kirin. Ez bi cidî ferman didim hemû hêzên çekdar ber bi navendên leşkerî yên derdora Sine ve birê bikevin. Pasdarên şoreşê li kîjan cihî bin, ber bi Sine û Kurdistanê ve birê bikevin. Bi tundî hemû kesên serî hildane bêdeng bikin. Derengxistin bi saetek jî, xwe dana aliyeke ji erkan û bi tundî wê werin cezakirin.”

Piştî fetwaya sala 1979’an ya Xumeynî li dijî Kurdan de, di rojek wek îro yek ji fermandarên artêşa Îranê li Kurdistanê, Mistefa Çemran û hakimê olî Sadiq Xelxalî (Kesê ku divê destûra Fetwayê pêk bîne) rêya Kurdistanê dane pêşiya xwe. Di êrişa artêşa Îranê ya ser bi gundê Qarnay a bajarokê Nexede ya parêzgeha Ûrmiyeyê de, di nava sê seatan de 78 xelkê sivîl hatin qetilkirin. Der barê komkujiyên li gundên derdora Nexedê de heta niha jî agahiyên berfireh tune ne.

Ji beriya ku rejima paşayetî bi destê şoreşa gelan were rûxandin, li Rojhilatê Kurdistanê meclisên bajar û taxan hatibûn avakirin. Van meclisan di dema xwepêşandanan de pêşengtî ji gel re dikirin û parastina gel û rêvebirina karên wan xistibûn stûyê xwe de. Rêxistinên Kurdan ku heya wê demê bi veşartî kar û xebatên xwe birêve dibirin, hêdî hêdî kar û xebatên xwe bi awayek eşkere di nava gel de birêvebirin û dirûşmeyên xwe yên siyasî û bernameyên xwe yên civakî ji gel re eşkere dikirin. Roja ku rejîma paşayetî hatî rûxandin jî li tevayî bajar û navçe ji aliyê meclisan ve dihat birêvebirin.

Roja 28’ê Adara sala 1979’yan li seranserî Îranê ji bo pejirandina Komara Îslamî referandûm hat kirin. Di referandûmê de jî ev pirs ji gel hat kirin “Ji Komara Îslamî re Erê yan Na” bû. Heya wê demê gelên Îranê tiştek bi navê Komara Îslamî nebihîstibûn. Tu agahiyek jî li ser vê sîstemê ji aliyê desthilatdarên Îranê ve ji gel re nehatibûn dayîn. Lê gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê baş ji naveroka vê sîstemê fam kiribû. Ji bo wê di referandûmê de piraniya Kurdan dengê ‘Na’ dan bi damezrandina Komara Îslamî. Ev jî destpêka aloziya peywendiyên di navbera Kurdistanê û Tehranê de bû.

Bi vî awayî hêzên çekdarên dev bixwîn yên rejîma Îrana Îslamî, hem jî bejahî ve hem jî ji asîmanan de êrişek berfireh li dijî gelê Rojhilatê Kurdistanê dabûn destpêkirin. Pêla bidarvekirinan jî berdewam bû, di beramber de jî şervanên Kurdan berxwedanek bêhempa nîşan dan û artêş neçarî bi paşdekişanê kirin. Yek ji mînakên herî berbiçav berxwedana 24 rojî ya bajarê Sine bû. Bajarê Sine ji her çar aliyan ve hatibû dorpêçkirin û hem ji asîman hem jî ji bejahiyê ve dihat bombebaran kirin. Berxwedêran 24 rojan li berxwedan û nehêlan bajar bikeve destê hêzên Îranê.

Piştî fetwa Xumeynî rojek, Sadiq Xalxalî wek Hakimê Şeriî ji aliyê Xumeynî ve hatibû erkdarkirin, ji bo çavtirsandina Kurdan û dengên nerazî tevayî girtiyên Kurd yên di girtîgeha Tebrêz de bêy ku werin dadgehkirin, bi darve kir.

Bi fermana Xumeynî re, nêzî 850-900 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatin gulebaran kirin yan jî bidarvekirin.

Fetwaya Cîhadî ya Rêberê wê demê yê Îranê Ayetullah Xumeynî, destpêka şerê çekdarî yê Îranê li hember gelê Kurd bû. Piştî Fetwayê û heta roja îro tu caran Rojhilatê Kurdistanê ji wê rewşa awarte dernektiye. Hê jî girtin û darvekirin ji aliyê rejîma Îranê ve berdewame. Hîn jî êriş li ser Kurdan berdewame û gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê rastî zilma vê hişmendiya xwînmij tê.

Di salvegera vê komkujiyê de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê  û navendên sivîl diyar dikin ku hewldanên desthilata navendî yên ji bo şikandina îradeya gelê Kurd têk çûne. Têkoşîna sivîl, serhildana salên dawî û şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” nîşan da ku îradeya rizgarîxwaz û daxwaza mafên bingehîn dinava di kûrahiya civaka Rojhilatê Kurdistanê de zindî ye û dê heta pêkanîna demokrasî û mafê diyarkirina çarenûsê berdewam bike.

(kş)