Deşta Şarezûrê yek ji mezintirîn û berhemdartirîn deştên Başûrê Kurdistanê ye. Salane bi sedan ton berhemên çandiniyê tên hilberandin. Ji bilî van berheman, ev deşta berhemdar ji bo bi hezaran malbatên ku rojane li wir dixebitin bûye çavkaniya derfeta kar û gelek ji wan ji bêkariyê rizgar kiriye.
Sena Dilsoz, karkereke jin ku saet 2’ê berbanga sibehê ji bo kar amade dibe, ji ajansa me re têkildarî karê xwe axivî û got; "Deşta Şarezûrê ji bo me û ciwanên bêkar yên ku mûçeyê wan tune ye bûye çavkaniyeke baş ya kar. Bi vî awayî em debara xwe dikin û xwe westiyayî hîs nakin. Di nav karkeran de ciwanên derçûyên zanîngehê, jin, karmendên hikûmetê û Pêşmerge hene.
Birwa Kemal ku xortekî ji parêzgeha Helebçeyê ku derçûyê zanîngehê ye nêrînên xwe wiha anî ziman; “Em nêzîkî 100 kesin û em her roj di saet 2’yê şevê de ji malê derdikevin. Em li Deşta Şarezûrê wekî karker dixebitin. Ev kar ji bo me bûye çavkaniyek baş ya dahatê û em karê xwe heta saet 09:00’ê diqedînin.”
Aso Omar, cotkarek ku rojane zêdetirî 100 karkeran dixebitîne têkildarî mijarê wiha axivî; “Karkertiya li Deşta Şarezûrê di dema çinîna pitatan de tişteke ku her kes dikare bike. Ji bo hemû kesên ku di vê demê de dixebitin çavkaniyek baş a kare. Karker piraniya salê li Deşta Şarezûrê dixebitin. Ev ji ber hilberîna çandiniyê ya zêde ye. Şarezûr ji bo wan bûye çavkaniyek mezin ya derfeta bidestxistina kar.”
Deşta Şarezûrê ji Helebceyê heta navçeya Seyîdsadiq dirêj dibe. Her wiha berfirehiya wê jî gundên Helebceya Nû, bajarokê Sîrwan û bajarokê Xurmal yên nêzîkî bajarokê Erbetê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê digire nav xwe. Rûberek bi deh hezaran donim erdê çandiniyê digire nav xwe û ji bo niştecihên herêmê dibe çavkaniyek dahata salane.
(wd)



