Desteya Peywendiyan û Ragihandinê ya Iraqê têkildarî girtina çend ofîsên Korek Telecom li Bexdayê ragihand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Desteya Ragihandin û Hemahengiya Ligel Dezgeha Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê, ji bo girtina hejmarek baregehên Korek Telecom li Bexdayê, çend tedbîrên meydanî girtine.
Her wiha hate gotin ku di nav tedbîran de; girtina sê navendên firotinê li deverên Erasat, Cadeya Filistîn û Mensûr, ligel girtina baregeha sereke ya şîrketê ya li Cadriye. Ev yek bi hebûna tîmên pispor yên desteyê û bi koordîneya ligel Dezgeha Ewlekariya Netewî hatiye cîbicîkirin.
Her wisa di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Ev tedbîr di çarçoveya lêpirsînên desteyê hatine girtin ku ji bo bicîhanîna biryarên ku di derbarê Korek Telecomê, her wiha ji bo temamkirina pêdiviyên qanûnî û rêziknameyî yên têkildarî rawestandina çalakiyên Korek Telecomê, bi hemahengiya bi rayedarên pêwendîdar yên hikûmet û ewlehiyê re hatine girtin.”
Desteyê ragihand, "Emê tedbîrên pêwîst ji bo cîbicîkirina biryaran li gorî qanûnê bigirin, da ku mafên dewletê, berjewendiya giştî û mafên bikarhênerên xizmetgûzariyên peywendîkirinê werin parastin.”
(wd)
