Di bin siya vê hevrikiya berdewam a ji bo bidestxistina temaşevan, ecibandin û şîroveyan de, hinek ji rojnamevanan ketine nav pêla "trend"an û pênaseya serkeftin û bandorê li ser vê bingehê datînin. Ev yek jî pirsyarekê li ser bandora gel li ser karê rojnamevaniyê ava dike; Gelo hîn jî hêza rojnamevaniyê ya ji bo avakirina rojevê maye, yan rojnamevanî êdî bûye dûvçûna rojevê?

‘Nabe ku 'trend' bibe pîvana bingehîn a karê rojnamevaniyê’

Dr. Henan Behranî ku rojnamevan û pispora ragihandinê ye, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. Behraî diyar dike ku ew guhertinên ku medyaya civakî di pîşeya rojnamevaniyê de çêkirine pir eşkere ne, bi taybetî ku hinek rojnamevan nerazîbûna xwendevanan (raya giştî) di berçavan re derbas dikin û balê dikişînin ser wan mijarên ku dengvedaneke pir mezin li pey xwe tînin.

Henan Behranî balê dikişîne ser wê yekê ku xwesteka ecibandin, şîrove û "trend" bûnê li cem hinek kesan bûye pîvana nirxandina serkeftin û pîşeyîbûna rojnamevaniyê; tevî ku ev nêzîkatî qet nabe pîvana bingehîn a karê rojnamevaniyê.

‘Rojnamevaniya rasteqîn bi 'trend'bûnê nayê pênasekirin’

Behranî diyar dike ku rojnamevaniya rasteqîn bi çêkirina "trend"an nayê pênasekirin, belku bi hêza fêmkirina tiştên li pişt perdeya bûyeran, gerîna li pey sedeman û çawabûna bûyerê û paşê danîna wan di çarçoveyeke rasteqîn de bi rêya lêkolîn, şîrove û şopandinê tê pênasekirin.

Behranî balê dikişîne ser wê yekê ku ew rojnamevaniya ku tenê li pey daxwazên gel dimeşe, ji wê rojnamevaniyê cuda ye ku li ser hilweşandina pirsgirêkan, nîşandana paşxaneya wan û pêşkêşkirina agahiyên nû kar dike; ku ev ya paşîn nirxekî rasteqîn û kûr li mijarê zêde dike.

Dr. Henan da zanîn ku dewlemendiya torên civakî bi pirsgirêk, mijar û pirsên cihêreng ên aloz, rû bi rûyê rojnamevanan astengiyên nû çêkirine û got; ‘‘Zehmetiya îro di wê de ye ka dê çawa mijarek were hilbijartin, were danîn û pêşkêşî gel bibe bi şêwazekî ku ne tenê baldariyê bikişîne, belku bibe alîkar ji bo avakirina hişyariyeke cihêreng û bihêzkirina hêza xwendevan ji bo raman û nirxandina rexneyî li ser sedem û encaman.’’

Henan teqez kir ku rojnamevan hîn jî dikare kontrola çêkirina nûçeyan û cîhana nûçegihanî bixwe bike, bi şêwazekî ku nêzîktir be ji gel re û rênîşandanan rêk bixe, bêyî ku dest ji prensîbên rojnamevaniyê û pênaseyên pîşeyî berde.

‘Ragihandin hîn jî rojnamevaniya afirîner di nav xwe de dihewîne’

Behranî di dewamê de got; ‘‘Atmosfera ragihandinê hîn jî rojnamevaniya afirîner di nav xwe de dihewîne, ku agahiyên temam li ser bûyer û pirsan dide. Ev yek di çarçoveyeke rojnamevaniyê û hestekî lêkolînerî û afirînerî de ye; li beramberî wê rojnamevaniyê ku tenê bi veguhastina nûçeyan wekî xwe razî dibe. Cudahiya rasteqîn di navbera wê rojnamevaniya rastîn de ye ku li pey rastiyê digere û nirxekî zêde dide agahiyan, ligel ya din a ku tenê bi berhemhênana wê nûçeya ku di torên civakî de belav bûye razî dibe.’’

‘Medyaya civakî ne mucîzeye’

Derbarê guhertina daxwazên gel de, Behranî balê dikişîne ser pêşketina diyardeya nivîsandina şîroveyan û nêrînên li ser bûyeran bi rêya dîmenên kurt, ku hinek caran tenê kurteya bûyerê di nav xwe de dihewîne.

Derbarê rola medyaya civakî de, Behranî got ku medyaya civakî ne mucizeye û wiha pêde çû; ‘‘Xwendevan bixwe beşdare di çêkirina naverok û belavkirina wê de bi rêya hilbijartin, tevlîbûn û parvekirinê. Ew naveroka ku bala gel dikişîne û tevlîbûnekê ligel de çêdike, dikare were belavkirin û bibe mijarekî herî germ (trend). Di bin siya vê yekê de, her kes xwediyê dane û hejmarane ku rê dide wan li dûv bûyeran biçin, bibînin û beşdar bibin."

‘Divê rojnamevan rê nîşana cemawer bike, ne ku li dûv wan bimeşe’

Behranî teqez kir ku rojnamevaniya rast xwedî xwezayeke taybete; ji ber ku pêwîstî bi çavkanî, hewldan, şopandin û lêkolînê heye û got; ‘‘Tevî astengî û rûbirûbûnên ku rû bi rûyê rojnamevanan dibin, cihê rojnamevaniyê ne tenê li ser hêza ragihandina her mijarek belavbûyî ye, belku li ser piştrastkirina tiştên têne gotine, her wiha eşkere kirina piştperdeya bûyeran û pêşkêşkirina naverokekê ye ku gel berê xwe bide raman, pirsyarkirin û têgihîştinê. Nabe rojnamevanî bibe amûrek tenê ji bo dubarekirina tiştên ku medyaya civakî û "trend" wan ferz dikin. Tu kes nikare rola ragihandin û rojnamevaniyê wekî amûreke bingehîn ji bo peydakirina zanyariyan û avakirina hişyariyê winda bike. Berpirsiyariya rojnamevaniyê îro di vir de xwe dibîne ku bikaribe rênîşanî cemawer bike, ne ku bixwe bikeve pey daxwazên wan.’’

‘Ji trend û belavbûna bilez derbas dibe’

Behranî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku paşeroja rojnamevaniyê ber bi rojnamevaniyeke kûr û pispor ve diçe, mîna rojnamevaniya çareseriyan, rojnamevaniya daneyan û şêwazên pisporî yên din. Ev yek asoyên nû li pêşberî rojnamevanan vedike, da ku ji sînorê "trend" û belavbûna bilez derbas bibin û rola xwe ya serekî di çêkirina nûçe û avakirina hişyariyê de vegerînin.