Pisporê aboriyê Elî Nîme, derbarê gotegotên guhertina nirxa dînar û rakirina sifrên li ser dirav, her wiha derbarê rewşa aborî ya welat de ji ajansa me Rojnewsê re axivî.
Elî Nîme ragihand ku her biryareke têkildarî guhertina diravê Iraqê yan nirxa guhertina dînar, nabe bi awayekî serbixwe û bêyî berçavgirtina çarçoveyên qanûnî û saziyî were dayîn. Wî got: “Gaveke bi vî rengî pêdivî bi prosedurên cuda heye. Yek ji wan jî razîbûna Banka Navendî ya Iraqê û derxistina qanûnên pêwîst ji aliyê Parlamentoyê ve. Ji ber ku ev yek dê bandoreke berfireh li ser aborî û civakê bike. Her wiha guhertina dirav bi çi şêweyî be, biryareke aborî ya bihesas û berfirehe. Bi taybet ji ber ku ew girêdayî bazarên navxweyî û peywendiyên aborî û bazirganî yên li gel welatên dine. Destpêkirina biryareke bi vî rengî bêyî lêkolîneke hûr, dibe ku bibe sedema encamên nerênî yên aboriyê.”
Aborînas Elî Nîme da zanîn ku bilindbûn û nizimbûna nirxê guhertina dînar li hemberî dolar, rasterast bandorê li ser welatiyan dike, bi taybetî li ser tebeqeya hejar ku hêza wan a dabînkirina pêdiviyên bingehîn ji ber bilindbûna bihayê kelûpelan û guhertinên bazarê dikeve bin bandoreke mezin.
Elî Nîme got: “Li gorî qanûnê Banka Navendî di amadekirin û cîbicîkirina siyaseta neqdî de, li gel birêvebirina dirav û diyarkirina siyaseta nirxa guhertinê de, xwedî serbixwebûna xwe ye. Ev yek jî dihêle ku helwesta fermî ya vê saziya darayî bibe mercîe û çavkaniya herî girîng a di vê dozê de.”
Pispor Nîme tekezî kir daxuyaniyên fermî yên aliyên peywendîdar divê ji bo nirxandina her arasteyeke girêdayî dirav an nirxa guhertinê (wek helwesteke saziyî ya pejirandî) were bingeh girtin û daxuyaniyên nefermî yan yên di medyayê de tên belavkirin nikarin xwezaya biryarên neqdî yekalî bikin.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber kêmbûna hinardekirina nefta Iraqê ji bo derveyî welat û nebûna neqdî, hikûmet rûbirûyî pirsgirêkeke mezin bûye. Meha borî mûçeyê fermanberan ji bo çend rojan dereng ket û metirsî heye ku ev pirsgirêk di mehên din de jî berdewam bike. Ji bo çareserkirina vê qeyranê, hinek ji pisporan pêşniyara rakirina sifrên li ser dînarê Iraqî kiribûn.
(fk)
