Li Family Mall a Silêmaniyê di roja 10’an a Pêşangeha Pirtûkên Kurd de Berpirsê Pêşangehê Rewez Heme Salih li ser pêşangehê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rewez Heme Salih diyar kir ku pêşangeha wan di roja 10’an de dewam dike û got: “Zêdetirî 45 navend û çapxaneyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê cihê xwe têde girtine.”

Rewez Heme Salih diyar kir ku di pêşangehê de gelek çalakiyên cuda jî hatiye kirin û heta niha zêdetirî 30 hezar pirtûk hatiye firotin û 10 panel û semîner jî hatine dayîn.

Herî dawî Rewez Heme Salih anî ziman ku li ser daxwaza xelkê wê pêşangeh heta 25’ê Tebaxê dewam bike.

(eh)