Di danê sibehê de, li ser rêya ketina bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn, wesayîtek wergeriya ku çar rêwî di wesayîtê de hebûn.
Berdevkê Trafîka Raperînê Elî Ebdulla ji Rojnews’ê re ragihand ku di encama qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Hate zanîn yek ji birîndaran ji ber giraniya birînan, rakirine nexweşxaneya Şar ya Silêmaniyê.
Her wiha destnîşan kir ku şofêrê wesayîtê yê bi navê Rewez Mihemed û xesûya birayê wî ya bi navê Nebat jiyana xwe ji dest dane.
(fk)

