Danê sibehê li gundê Cembûr li sînorê Feydî yê di navbera Dihok û Mûsilê de qezayek trafîkê rû da. Di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest dan û du kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên gihane destê ajansa me Rojnewsê, bûyer saet pêncê sibehê qewimiye. Di wê demê de wesayîtek ji bo girtina benzînê di dorê de rawestiyabû û wesayîteke din ku malbatek tê de bû, bi lezeke pir mezin li wan xistiye.

Hate zanîn ku du kesên bi navên Muqedem Zuhêr Silêman Ehmed ku efserê trafîkê ye û xelkê Dihokê ye û welatiyê bi navê Yûsif Îsmaîl ku xelkê devera Zûmarê ye jiyana xwe ji dest dane. Du welatiyên din jî ku yek ji wan jine bi giranî birîndar bûne, rewşa wan a tenduristiyê nebaşe û di bin çavdêriya bijîşkî de neştergerî ji bo wan tê kirin.

Piştî bûyerê, cenazeyên qurbaniyan ji bo tiba edlî ya Dihokê hatin veguhestin û aliyên peywendîdar lêkolîn li ser bûyerê destpê kirin.

(fk)