Rêvebirê Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Silêmaniyê Emîd Arî Mihemed têkildarî encam û ziyanên şewata şeva borî li bajaroka Tancero ya ser bi Silêmaniyê rû dayî, agahiyan bi çapemeniyê re parve kir.
Emîd Arî diyarkir ku şeva borî di saet 11:13’an de ew ji bûyereke şewatê ya li depoyek neftê ya li Tancerû hatin agahdarkirin. Arî got ku tîmên wan yekser berê xwe dan cihê bûyerê û li gel welatiyên xwebexş di saet 05:33’an yê sibehê de şewatê kontrol kirin.
Têkildarî ziyanên şewatê jî Emîd Arî got: “Nêzî 3 milyon lître benzîn û mazot şewitî, 22 kes jî birîndar bûn, birîna hinekan girane, çar ji wan karmendên Bergiriya Şaristanî ne.”
Her wiha Emîd Arî eşkere kir ku lêkolînên li ser sedemê derketina şewatê berdewam dikin.
(kş)
