Ajansa me Rojnews ketiye pey pirsgirêka elektirîka Parêzgeha Dihokê. Wê di vê raporê de balê bikişîne ser pirsgirêk û sedemên kêmbûna elektirîkê û nerazîbûnên welatiyan.
Pirsgirêka elektirîkê û germaya Havînê
Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê di bin navê guherîna sîstema parvekirina elektirîkê projeyeke bi navê ‘Projeya Ronakî’ li Parêzgeha Dihokê û Herêma Kurdistanê ragihand. Ev proje jî bi armanca peydakirina elektirîka 24 saetî bû. Lê di rastiyê de elektirîk 24 saetan ji bo welatiyan nehate dayîn. Di vê germahiya Havînê de 12-14 saetan elektirîka giştî ji bo wan tê dayîn.
Ji ber nebûna elektirîka giştî, careke din matorên taybet ên kesî dest bi kar kirin û ew dema ku elektirîka giştî nîne, tên berdan. Di demekê de hikûmetê ragihandibû ku dema mator û bêelektirîkiyê li Herêma Kurdistanê nemaye, dîsa vegeriyan dema matorên taybet ên kesî.
Li gorî agahiyên Rojnewsê, ti pirsgirêka elektirîka 24 saetî ya vê parêzgehê nîne, lê hikûmeta Herêmê beşek ji vê elektirîkê difiroşe parêzgeha Mûsilê. Ev jî bûye sedem ku elektirîka vê parêzgehê 10 saetan kêm bike.
Li aliyê din hikûmetê zext li xwediyê matorên taybet kiriye ku dest bi berdana matoran bikin ji bo ku elektirîk bidin welatiyan. Li gel vê nêzîkatiyê jî mazotê bi nirxeke buha didin xwediyê matoran. Li bajarên Iraqê hikûmet bê heq mazotê dide xwediyê matoran.
Nirxê elektirîkê û fikarên welatiyan.
Nirxê Kîlowateke elektirîkê û heqê zêde yê elekirîkê fikarên mezin bi welatiyan re çêkiriye. Her çende li gorî Projeya Ronakî nirxê her kîlowatekê 72 dînare. Lê welatî tînin ziman ku li gorî sîstema nû ya pîvanê, mesrefa wê zêde kiriye. Heqê elektirîka niha li gorî ya berê ya giştî zêdetir bûye.
Çend demjimêrên elektrîkê di ‘Projeya Ronakî’ de hene, pereyek zêde dixe ser welatiyan, ku ev yek beramberî 24 saetane. Ji ber xebitîna zêde ya jeneratorên taybet, faturaya welatiyan ya elektrîka jeneratoran jî gelek zêde bûye û ev ji bo welatiyan dibe bargiraniyeke zêde ku nekaribin ji bin derkevin.
Welatî neçarin ku ji bo jeneratoran jî pere bidin, ku hîn jî beşek mezin ji lêçûnên wan yên mehane yên elektrîkê ne. Tenê di meha şeşemîn a îsal de, bihayê ampêrek jeneratorê elektrîkê li Duhokê gihiştiye 12 heta 15 hezar dînar. Ev jî barekî din yê giran yê darayî ye ji bilî kirêya elektrîkê ya ‘Projeya Ronakî’.
Yek ji welatiyên ku têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got ku “Wî ji bo 40 rojan elektrîka 24 saetan 322,000 dînar jêre hatiye ku di demekê de 24 saetan elektrîk tune bû û di mala wî de alavên elektrîkê yên herî kêm elektrîkê xerc dikin hene.
Gef û qutkirina elektrîkê
Pirsgirêk ne tenê ewe ku elektrîk kême û fatûre jî zêde ye. Di şûna wê de, her welatiyek ku fatûreya elektrîkê di dema diyarkirî de nede, bêyî agahdarkirina pêşwext dê were qutkirin.
Berpirsên bajêr jî gotin; “Divê her beşdarê ‘Projeya Ronakî’ gilî an şîroveyên xwe li ser bihayan hebin, dikarin serdana wan bike û dema ku welatiyek serdana rayedarên peywendîdar dike, ew gefê li wî dixwin ku têkildarî mijarê ji tu kanalên ragihandinê re ne axivin.”
Di du hefteyên borî de, welatiyên Dihokê hewl dan li dijî kêmbûna elektrîkê û bihayên bilind xwepêşandanan bikin. Lêbelê, hêzên ewlehiyê gefên tund li organîzatoran kirin û demekê girtin û bi kefaletê hatin berdan.
Li gorî daneyên fermî, welatiyên parêzgeha Dihokê zêdetirî 300 milyar dînar deyndarê hikûmetê ne. Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê zextê li xelkê parêzgehê dike ku deynê xwe bidin. Ger deynê xwe nedin, elektrîka wan dê were qutkirin. Lê aliyek din yê rewşê eger were mêzekirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber qutkirina bi dehan mûçe, kêmkirina mûçe û paşekeftê, deyndarê her malek ya welatiyên Başûrê Kurdistanê ye.
(eh-wd)
