Têkildarî rêze êrişên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, welatiyên parêzgeha Dîwaniye ya li başûrê Iraqê ji Rojnews’ê re axivîn û van êrişan wekî êrişên li ser tevahiya Iraqê binavkirin.

Niştecihê Dîwaniye Ewla Talib li ser mijarê wiha nêrînên xwe anî ziman: “Hedef girtina xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê, hedef girtina serweriya Iraqê û hemû parêzgehên wê ye. Ji ber ku welat xwedî yek serweriyê ye. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku li hemberî van êrişên ku bi balafirên bê mirov û muşekan tên kirin, helwesteke tund nîşan bide.”

Rojnamevan Seyf Elî balkişand li ser dubarebûna êrişan û got: “Êrişên dubare yên li ser Herêma Kurdistanê ji bûyerên ewlehiyê yên asayî derbas bûne û bûne nîşanekî metirsîdar ku gefê li ewlehî û aramiyê dike. Hedef girtina ofîsa Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi du balafirên bê mirov, werçerxanekî ewlehiyê yê metirsîdare. Pêwîste aliyên peywendîdar sînorek li ber van êrişan deynin û rê li ber dubarebûna binpêkirina serweriya Iraqê bigirin.”

Seyf Elî destnîşan kir ku ev êriş ne êrişa yekem a bi vî rengî ye, ji ber ku di demên borî de Herêm şahidiya bombebaranên dubare yên ji aliyê komên çekdar ve kiriye. Her wiha hişyarî da ku ev yek gefê li ewlehî û aştiya civakî ya li Herêma Kurdistanê dike.

Şêxê mezin ê eşîrên Xewanî Husên Elî Xanîmî, piştgiriya eşîrên Dîwaniyeyê ji bo serweriya Iraqê û redkirina hemû destwerdan û êrişên ku xaka wê dikin hedef dubare kir û got: “Iraq dewleteke serbixwe ye, xwedî serweriya xwe ye. Em van destwerdan û êrişan bi temamî red dikin. Ji bo parastina xak û esmanê Iraqê ji her êrişekê, em li gel hikûmeta federal radiwestin, çi ji welatên cîran be yan jî ji aliyê hêzên navdewletî ve be.”

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî, du balafirên bêmirov ji sînorê Îranê ve ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine şandin. Di êrişê de ofîsa taybet a serokê demborî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê rûniştina Rêveberê Dezgeha Parastinê hatin hedef girtin. Lê tu zirarên canî çênebûn.

(fk)