https://rojnews.video/upload/videos/2026/08/H6m62qvmjp55FWwRSGBo_22_edb372488dcdf1458f6163b908ab2bd3_video_240p_converted.mp4
Li navenda Rêxistina Azadbûn ya li bajarê Silêmaniyê, bi boneya 2’yemîn salvegera şehîdbûna her du jinên rojnamevanên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn, panelek bi sernavê ‘Parastina Jinên Rojnamevan û Bihêzkirina Hevdengiya Navberan Wan’ hate lidarxistin.
Panel bi amadebûna hejmareke zêde ya jinên rojnamevan, malbata şehîd Hêro Behadîn û heval û rêhevalên her du rojnamevanên şehîd destpê kir.
Di panelê de parêzer Peyman Îzedîn, rojnamevan û mamosteya zanîngehê Sara Qadir û rojnamevan Sinûr Rehman bi gotarên cuda balkişandin li ser rola jinên rojnamevan a di dezgehên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê de, her wiha pirsgirêk, astengî û çareseriyên ji aliyê yasayî ve.
Di destpêkê de Sara Qadir behsa nêrîna civakê ya li hemberî jinê kir û diyar kir ku ev bar ji bo jinên rojnamevan du qat girantire. Wê got: “Ji bo em jêhatinên xwe bispêrin, pêdiviya me bi hewldaneke pir mezin heye. Beşdariya jinan di warên bijîşkî, endezyarî û perwerdehiyê de berçave; her wiha torên civakî jî di derxistina pêş a pênûsa jinê û guhertina nêrîna civakê de xwedî rol bûn. Lê belê di warên wekî siyasetê de, amadebûna jinan hîn di asta pêwîst de nîne û pergala kotayê jî carinan rola jinê tenê wekî şiklî nîşan daye.”
Sara Qadir da zanîn ku di qada medyayê de jî girînge jinên rojnamevan xwe bi zanist û xwendinê bixemilînin daku karibin parastinê di ber mafên xwe de bikin û wiha domand: “Ji bilî pêşkêşvaniyê, pêdiviya wan bi derhêner û senaryonivîsên jin heye daku êş û tundiya li ser jinan bînin ziman. Pêşveçûn bi gazindan nabe, divê jin ji nav malê de dest bi têkoşîna mafên xwe bikin, mijarên siyasî yên giran bigirin ser milên xwe û tevnek medyayî ya hevpar û biîstîqrar ava bikin.”
Rojnamevan Sinûr Rehman qala cudakariya zayendî ya di navendên medyayê de kir û got: “Cudakariya zayendî di medyayê de ne pirseke kesane yan jî rûdaneke tesadûfî ye, belkî hişmendiyeke birêkûpêk a baviksalarî ye ku kar ji bo navendkirina zilam û desteserkirina serweta manewî, siyasî û aborî dike. Medya jî palpişta jinûveberhem anîna vê pirsgirêkê ye û rolan bi awayekî nehevseng dabeş dike.”
Sinûr Rehman diyar kir ku dozên qetila jinan û cudakariyan pêwîste ji pirsgirêkek kesane, veguhere ser pirseke qada civakî û raya giştî. Wê got: “Aliyê herî metirsîdar ê vê pergalê ewe dema ku bandorê li ser hişmendiya jinan dike û wiha li wan dike ku vê rewşê qebûl bikin û xwe di guftûgoyên girîng û siyasî de bidin aliyekî. Derbaskirina vê rewşê bi hewldanên kesane bi ser nakeve, pêdiviya wê bi hişmendiyeke kûr, têkoşîneke bi komel û vîna hevpar a hemû rojnamevanan heye daku gotareke medyayî ya dadperwer were dariştin.”
Parêzer Peyman Îzedîn jî di panelê de gotarek pêşkêş kir û wiha anî ziman: “Rûbirûbûn û tundiya li dijî jinên rojnamevan û terorkirina wan, êrişeke metirsîdare li ser azadiya ragihandinê ku li Başûrê Kurdistanê li gorî paşxaneya siyasî yan civakî serî lê hatiye dan. Tevî ku Yasaya Hejmara 35 a Rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê parastina qanûnî ji bo rojnamevanan diyar kiriye, lê ti xal û amajeyeke taybet ji bo parastina jinên rojnamevan ji destdirêjî û tundiya zayendî tê de nîne. Ev valahiya yasayî bûye sedem ku pir caran dozên wan kêmanî bigirin û derbasî qanûna cezayan yan jî qanûna xirap bikaranîna amûrên ragihandinê bibin.”
Peyman Îzedîn da zanîn ku ji bo çareserkirina vê rewşê, avakirina komîsyon yan tevnek taybet bi jinên rojnamevan re pêdiviyeke girînge daku wekî amûreke piştgirî û hişyariyê kar bike. Her wiha got: “Ev platform dikare gavên bibandor ji bo pêşniyarkirina sererastkirina qanûna rojnamevaniyê yan jî dariştina qanûneke taybet ji bo parastina jinên xebatkarên medyayê bavêje. Di heman demê de dikare li ser ewlehiya elektronîk û parastina hesabên wan perwerdeyê bide wan. Avakirina vê platformê dikare bibe navenda bilindkirina hişmendiya yasayî daku jin ji bêagahiyê rizgar bibin û dozên hesas bi şêwazekî bêalî vejînin.“
Derbarê dosya şehîd Gulistan û Hêro de jî, parêzer Peyman Izedîn got: “Her tawanek ku dewlet li pişt be, dosya wê nagihîje encamê. Pêwîste ew dewleta ku axa wê hatiye binpêkirin gilînameya yasayî tomar bike û rê li ber van binpêkirinan bigire. Ji bo vê yekê jî pêdiviya me bi lihevhatin û zext xistina li ser Herêma Kurdistanê heye daku daxwaz ji Iraqê bike ku li ser vê dosyeyê bixebite, bigihîje encamê û rê nede binpêkirinên din.“
Di dawiya panelê de, li ser van mijaran di navbera panelîst û mêvanan de guftûgoyek hat kirin û hat tekezikirin ku bingehek lihevhatî ji bo jinên rojnamevan were amadekirin daku astengiyên li pêşiya wan werin çareserkirin.
(fk)



