Piştî ku melayek di gotarekê de bêrêzî li hemberî Êzidiyan kir, duh bawermendên olî yên Şengalê, derbarê mijarê de daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Em bi dilgiraniyek kûr ve dişopînin ku belavbûna gotarên kîn û nefretê ên dijî êzidiyan dewam dikin. Berdewambûna van gotaran dê bibe sedema pêleke nû ya koçberbûnê û neçarkirina endamên vê pêkhateyê ku li pey aramiyê de herêmên xwe biterikînin û li derveyî welat belav bibin."
Ew gotarên ku ji ber ol û nasnameyê êrişî ser Êzidiyan dikin, berdewambûna wan a ji bo kuştina Êzidiyan, ji ber bêdengiya navxweyî û navneteweyî ye. Ev yek jî dibe sedem ku jiyana endamên vê pêkhateyê di atmosferek tije tundrew û ne ewlehiyê de berdewam bike.
Êzidiyan di sala 2014'an de li Şengalê, Behzanî, Şêxan û deşta Nînovayê rûbirûyê komkujiyan hatine. Ji ber ku ev pêkhate ji aliyê ewlehiyê ve nehat parastin, berdewambûna gotarên kîn û nefretê dê bibe sedema valakirina Iraqê ya ji pêkhateya Êzidiyan û ev gotar temamkerê wan kiryarên hovin ku DAIŞ'ê nekarîbû bi dawî bike.
Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku lêkolîneke cidî li gel wan kesên ku gefa tundûtîjiyê li dijî Êzidiyan dixwin bike û li gorî qanûnê wan ceza bike. Herwiha daxwaz ji saziyên olî sikîn ku helwesteke zelal nîşan bidin ji bo redkirina bikaranîna gotarên olî yên li dijî her pêkhateyeke civakê.
Em daxwaz ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî dikin ku bi fermî bêjin ku Êzidî xwedî mafên giringin li gorî peyman û lihevkirina navneteweyî.’’
