Şer û aloziya li herêmê berdewam dikin û bandor li ser her çar beşên Kurdistanê kiriye. Di vê çarçoveyê de rejîma Îranê bi berdewamî êrişî ser Başûrê Kurdistanê, bingeh û baregehên partiyên Rojhilat dike. Çavdêrê siyasî Selam Elî têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî.
Selam Elî diyar kir ku êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û welatên din ên herêmê, bi armanca berfirehkirina qada şer û got: “Lêdan li berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê de ne. Her wiha rejîma Îranê li wan herêmên ku bandora wê lê hebûye, bi berdewamî hewl daye ku hêzên dijberên xwe bide kuştin. Li Herêma Kurdistanê jî bi berdewamî hewl daye kadro û serokên hizbên şoreşger ên Rojhilatê Kurdistanê bikuje.”
Li ser êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê wiha anî ziman: “Kuştina kesayetên şoreşger ên Rojhilat li bajarê Hewlêrê, cihê gumanê ye û pêwîste raweste. Ji ber ku desthilatdarên vî bajarî yan divê bi zanebûn berpirsiyariya van şoreşgerên ku li wê herêmê ne bigirin ser xwe, yan jî wan agahdar bikin ku vegerin çiyayên Rojhilatê Kurdistanê.
Çavdêrê siyasî Selam Elî da zanîn ku tiştê ku niha roleke girîng li Rojhilatê Kurdistanê dileyize tenê PJAK û wiha domand: “Çalakiyên PJAK’ê tirseke mezin di dilê dijmin de çandiye. Di dema borî de rejîma Îranê çend welatî li bajarê Bane şehîd kirin û PJAK’ê jî tola wan welatiyan ji rejîmê hilda û ragihandin ku destdirêjiya li ser welatiyên Rojhilatê Kurdistanê bê bersiv namîne.”
Selam Elî balkişand li ser hewldanên PJAK’ê yên ji bo avakirina yekitiya neteweyî û wiha pê de çû: “PJAK’ê çend caran hewl daye li gel partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê eniyeke hevpeymaniyê ava bike, tevî kêmasiyên xwe jî eniyeke hevpeymaniyê ava kirine. Nabe mîna Başûrê Kurdistanê her partiyek û hêzeke wê ya taybet bi xwe hebe. Pêwîste artêşeke rizgariya neteweyî ava bikin û bi yekgirtî xebat ji bo pêşeroja Rojhilatê Kurdistanê bikin, da ku pirsgirêkên navxweyî çênebin.”
Di dawiya axaftina xwe de Selam Elî got: “Tirsa mezin a dewleta Tirkiye azadbûna Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê dixwaze hêzên Kurdî yên Rojhilat ji alîkariyên derve bêpar bike. Lê berjewendiya hêzên hevpeyman û Amerîkayê ewe ku hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li gel wan tevlî şer bibin û bi wî rengî Îran lewaz bibe.”
(fk)
