Jinên rojnamevan, çalakvan û parêzvanên mafên mirovan rastî pêlên berdewam ên reşkirin, bêzarkirin, zextên medyaya dijîtal û gotarên kîndariyê dibin. Hinek caran jiyana wan a taybet û navûdengê wan dikin armanc bi mebesta bêdengkirina wan û neçarkirina wan ku ji dîtin û nêrînên xwe paşve gav bavêjin. Metirsiya vê yekê gihiştiye wê astê ku hinek caran ev zext û kîndarî bi qetilkirina çalakvan û rojnamevanan bi dawî dibe.
Têkildarî mijarê çalakvan û rojnamevanên Bexdayê ji Rojnewsê re axivîn.
Çalakvan Rua Xelef diyar kir ku piştî sala 2019’an, gotarên kîndariyê, gef û reşkirina li dijî jinên ku di nav civakê de çalakin, bi awayekî berbiçav zêde bûne û got: “Armanca van karan, biçûkkirina rola jinan û sînordarkirina tevlîbûna wan a di nav civakê de ye. Ev hedef girtin ne girêdayî helwestên wane, lê hewldaneke ji bo lêdana kesayetî û jiyana wan a taybete.
‘Jin û çalakvan rastî kampanyayeke berdewam a reşkirinê bûne’
Rua Xelef destnîşan kir ku jin û çalakvan rastî kampanyayeke berdewam a reşkirinê bûne û wiha axivî: “Ev pêl, li şûna ku li ser helwest an karê jinan ê di qada giştî de nîqaşê bikin, rûmet û jiyana wan a taybet dikin hedef. Metirsiya van reftaran di bandora wan a rasterast ya li ser hêza jinan a ji bo berdewamkirina çalakiyên wan, tevî bandorên wan ên civakî û derûnî, bi taybetî dema ku torên medya dijîtal dibin jîngeheke berfireh ji bo belavkirina agahiyên çewt, tohmet û reşkirinê de, diyar dibin.”
‘Pêwîste wekî dosyayeke civakî nêzîkatî lê were kirin’
Her wiha Rua Xelef da zanîn ku parastina wan jinên ku di nav civakê de kar dikin, nabe bibe pirsgirêkeke kesane ku qurbanî bi tenê hemû barî hilgire, divê wekî dosyayeke civakî nêzîkatî lê were kirin ku pêwîstiya wê bi gavên qanûnî û saziyî yên zelal heye.
‘Di destûra Iraqê de azadiya ramanê hatiye mîsogerkirin’
Li ser heman mijarê Rojnamevan Tebarek Mecîd axivî û got: “Xala 38’an ya Destûra Iraqê azadiya ramanê, li gel azadiya rojnamevanî, çap û weşanê, bi mercê girtina ber çavan a nîzama giştî û hûrmeta civakî mîsoger kiriye. Lê di rastiyê de astengiyên nû disepîne ser jinên ku di qada rojnamevanî, çalakiya sivîl û siyasî de kar dikin. Li gorî hevkarên xwe yên mêr, ew rastî êrişên elektronîk, tundiya dîjîtal, bêzarkirin, pêla reşkirinê û gefxwarina li navûdengê wan tên.”
‘Pêwîste yasaya mafê parastinê ji bo rojnamevanan were peydakirin’
Rojnamevan Tebarek Mecîd da zanîn ku ev nêzîkatî dibe ku bibin sedemê sepandina sansora li ser rojnamevan û çalakvanan û got: “Dibe ku bibe sedem hinek ji wan ji ber tirsa bibin hedef, ji pêkanîna çalakiyan gav bişûnde bavên yan jî ji nîqaşkirina hinek dozên taybet dûr bikevin. Yasaya Iraqî sûcên weke teşhîrkirin, tawanbarkirin û reşkirinê di çarçoveya Yasaya Cezayan a Hejmar 111 a Sala 1969’an de çareser kiriye. Her wiha divê yasaya mafê parastina rojnamevanan jî were peydakirin.”
‘Divê mekanîzmayek bibandortir ji bo wergirtina giliyan hebe’
Tebarek Mecîd tekez dike ku pirsgirêk ne tenê bi yasan ve girêdayî ye, di heman demê de asta baweriya jinan a bi wan saziyên ku ji bo dabînkirina parastinê berpirsiyarin jî dihewîne û wiha pê de çû: “Hinek jinan ji bo daxwaza parastinê serî li aliyên hikûmî û ewlehiyê dane, lê çareserkirina hinek rewşan di asta pêwîst de nebûye. Ji bona wê divê mekanîzmayên bibandortir ji bo wergirtin û şopandina giliyan hebin.”
Her wiha Tebarek Mecîd da zanîn ku berpirsyartiya parastina jinan ne tenê li ser milê aliyekê ye û got: “Pêwîstî bi hevtemamkirina navbera saziyên yasadanîn, cîbicîkar, saziyên ewlehiyê û rêxistinên civaka sivîl heye. Daxwaz ji paralamentoyê tê kirin ku li gel astengiyên nû yasadanînê jî pêş bixin.”
‘Rêxistinên civaka sivîl divê rolek mezintir bigrin’
Di dawiyê de jî rojnamevan Tebarek Mecîd got: “Pêwîste rêxistinên civaka sivîl, sendîka û yekitiyên heyî rolek mezintir di parastina rojnamevan û çalakvanan de bigrin. Piştgiriya qanûnî, pîşeyî û piştgiriya wan jinên ku tên armancgirtin, dabîn bikin.”
(kş-fk)


