Di 10’ê Tebaxê de "Yasaya Çarçoveyê" (Qanûna Çarçoveyê) ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li parlamentoya Tirkiyeyê hatibû pejirandin, gelek bertekên cuda li pey xwe anîn. Ev qanûn rû bi rûyê gelek rexneyan bû; bû sedema tirs û fikarên azadîxwazên Kurdistanê, bi taybetî nivîskar, rewşenbîr û gel bi giştî. Ji ber ku di nav vê qanûnê de nav û rola sereke ya Rêber Apo bi awayekî zelal nehatiye diyarkirin; her wiha li ser xalên bingehîn ên destûrê de tu guhertin nehatine çêkirin. Hiqûqnas û lêkolîner Aram Hacî li ser vê mijarê ji ajansa me re axivî.

‘Diviyabû li ser bingeha destûrê nêzîkatî bihata kirin’

Aram Hacî diyar kir ku di pirsên wiha hestiyar û tije nakokî de, diviyabû li ser asta destûrê guhertin û sererastkirin di xalên bingehîn de bihatana kirin û wiha pêde çû; "Lê wekî ku em dibînin, di çarçoveya xebatên parlamentoyê de tenê projeyasayek (pêşniyarqanûn) hat destpêkirin û hat pejirandin. Kêmasiya bingehîn a ku di çend aliyan de xwe nîşan dide eve; diviyabû li ser bingeha destûrê baya. Ji ber vê yekê, em dibêjin tevî em di qonaxa destpêkê de bi erênî nêzîkî vê qanûnê bibin jî, lê wekî her qanûneke din metirsiya hilweşandina wê jî heye."

Aram Hacî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ger guhertin di ast û bingeha destûrê de bihatana kirin, wê demê bawerî û mîsogariyeke hîn mezintir ava dibû; ‘‘Lê belê qanûnên bi vî şêwazî, her dema ku desthilat bixwaze dikare bi piraniya dengan wan betal bike û rawestîne. Ji ber vê yekê diviyabû guhertin li ser bingeha destûrê biba, lê li pêşiya guhertina destûrê jî astengiyên mezin hene. Aliyekî din ê neyinî yê vê qanûnê jî ewe ku her ceza û qedexeyên ku ji aliyê dadgehan ve li ser kesên di nav vê pêvajoyê de tên birîn, guman û fikarên mezin li pey xwe dihêlin.’’

‘Divê Tirkiye rûmeta berxwedana Kurdan bipejirîne’

Hiqûqnas Aram Hacî diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê, diviyabû qanûnek wisa derketiba ku bibe sedema kêmkirina cezayan, ne ku cezayan zêdetir bike û dibêje; ‘‘Ev di demekê de ye ku dewleta Tirk bi awayekî neqanûnî têkoşîna azadiyê ya rewa bi "terorê" pênase dike û li dijî vê pêvajoyê derdikeve; ji ber vê yekê divê Tirkiye rûmeta berxwedana Kurdan qebûl bike. Her wiha rêveberên vê tevgera azadiyê gelek caran destê aştiyê dirêj kirine, lê dewletê her tim bi vî şêwazî nêzîkayî kiriye.’’

Aram balê dikişîne ser wê yekê ku aliyê erênî yê vê qanûnê ewe ku li Tirkiyeyê pirseke wisa heye û pêdivî bi çareseriyê heye û got; ‘‘Lê xala herî xirab ewe ku di bingeha avakirina dewleta Tirkiyeyê de her tim înkarkirina hebûna neteweyî, nîştimanî û çanda Kurdan hebû. Ji ber vê yekê, diviyabû hikûmeta Enqereyê bi zimanekî cuda nêzîk biba. Di qonaxa niha de, ji bo ku ev qanûn bersivê bide daxwazên tevgera azadiyê, divê pênaseya têkoşînê û pêgeha rêveberiya vê têkoşînê were diyarkirin, ku rêberê vê navendê jî diyare.’’

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê were mîsogarkirin’

Aram Hacî destnîşan kir ku dema biryarek ji bo çareserkirina pirseke wiha giring û çarenûssaz were girtin, divê dewlet nêzîkî mijara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe û êdî di girtîgehê de nemîne. Aram dibêje; ‘‘Em nizanin ka daxwaza dewletê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çiye, lê divê fêm bikin ka mijar çiye; bila Rêber Apo bixwe rasterast biaxive û civînan bike, divê derfetên rênîşandana wî ya ji bo aştiyê û demokrasiyê werin afirandin.’’

Aram Hacî herî dawî jî got: "Divê bi qanûnê re rê were vekirin ku ji bo karê azadiyê, nûnerên ji Qendîlê wekî şandeyekê beşdarî danûstandinên parlamentoyê bibin. Li vir pirs eve; ger niyeta Tirkiyeyê ya rasteqîn ji bo aştiyê tune be, ewê li gorî sîstema xwe pênaseya terorê bidomîne. Lê dema ku li aliyê din rû dide, divê Tirkiye bizanibe ku hêvî û baweriya berxwedanê ya li cem Rêber Apo û tevgera azadiyê, herêmê neçar dike ku nêzîkî pêvajoya aştiyê bibe û ev yek qet nabe sedema lawazbûna berxwedanê."