Dekana Kolêja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Pavê Cemîl di derbarê qetilkirin û zextên li ser rojnamevanên jin yên li Başûrê Kurdistanê, her wiha parastina wan ya li gor yasayên rojnamevaniyê de ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.
‘Qetilkirian rojnamevanan xema giştî ye’
Dr. Pavê Cemîl di despêkê de îşaret bi qetilkirina rojnamevanên jin kir û got: “Li her deverek, li her cihekî jinek were qetilkirin em dikevin xema wê. Bi taybetî ger li Kurdistanê rû bide û rojnamevanên jin be, ew ne tenê xema cihekî ye, di heman demê de xemek giştî ye û peywendiya xwe bi me hemûyan ve heye. Em hemû cûrên tûndiya li dijî jinan şermezar dikîn. Ji berku ti hincetek ji bo teror û tûndûtijiyê nîne, bi taybetî jî qetilkirina rojnamevanan.”
‘Astengiyên li pêşiya rojnamevanên jin zêdetire’
Di dewamê de Dr. Pavê Cemîl behsa azadiya karê rojnamevaniyê kir û got: “Dema em behsa azadiya rojnamevaniyê dikîn, mebesta me ew asta azadiya ku rojnamevan bikarin bi azadî xizmetê ji civakê, welat û netewa xwe re bikine ye. Jinên rojnamevan jî ji wê çîna ku hertim hewil dide di vî warî de bi rola xwe rabe ye. Berpirsyartî û zehmetî li ser milên hemû rojnamevanan hene, lê jin zêdetir vî erkî digre ser xwe. Jiberku em di civakekî wisan de dijîn ku berdewam rûbirûyê qeyran û gelek cûrên rêgirî û astengiyan dibin.”
‘Nebûna nêrîna jinê di civakê de, valahiyeke mezin ava dike’
Dr. Pavê Cemîl têkildarî bêdengkirina dengê jinên rojnamevan jî wiha got: “Di hemû aliyên jiyanî de pêwîstiya me bi dengê jin û mêran heye. Bi taybetî jî mijarên ku peywendiya xwe bi ewlehiya netewî, peyama aştî û xizmetkirina civakê ve heye.
Li gor lêkolînan hatiye ispatkirin ku dengê jinê gelek caran peyama aştî û aramiyê ye. Her wiha di mijarên civakîde jî pêwîstî bi nêrîna jinan heye. Ji ber vê yekê nebûna nêrîna jinan di civakê de valahiyek mezin ava dike. Her wiha bandorek nerênî jî li ser tevayî aliyên jiyanî yên civakê çêdike.”
‘Pêwîstî bi di berçavre derbaskirina yasayên karê rojnamevaniyê heye’
Mamostaya Zanîngehê Dr. Pavê Cemîl daxwaz ji rêxistinên rojnamevanan bi taybetî jî sendîkaya rojnamevanan kir ku kar ji bo diyarkirina maf û erkên rojnamevanan bikin. Dr. Pavê got: “Ji berku li beramberî her erkek mafek heye. Pêwîste karê rojnamevanî bi awayek sîstematîk û di çarçoveya yasayê de bê sazûmankirin.”
Dr. Pavê Cemîl da zanîn ku her çiqas yasaya rojnamevaniyê heye lê maf û erkên rojnamevanan bi awayek baş û zelal têde nehatine diyarkirin û wiha dom kir: “Niha pêwîstiya bi diberçavre derbaskirina yasaya karê rojnamevanî heye. Divê bi cidî kar li ser bê kirin, bi awayek rast û guncaw bê destnîşankirin. Daku mafên rojnamevanan bi awayek yasayî û kirdarî parastî bin.”
‘Pêwîste erk û mafên rojnamevanên jin diyar bin’
Dekana Kolêja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Pavê Cemîl got: “Pêwîste ji bo rojnamevanên jin hinek maf û erkên diyarkirî hebin. Ji berku karê rojnamevanî karekî zehmete û kedek zêde jêre divê. Ji bona wê pêwîstî bi piştgirî, hevkarî, piştgiriya zanistî û manewiya zêdetir heye. Ev jî dihêle ku xwesteka me ya li ser karê rojnamevanî hîn zêdetir be. Daku bikarîn rewşek baştir ji bo jinên rojnamevan peyda bikîn. Di heman demê de rojnamevan hest bi parastin û ewlehiyê bike, daku bikare karê xwe bi awayek baştir pêkbîne.”
(kş)
