Li gor agahiyên ku nûçegihanê me ragihandine, îro di saetên piştî nîvro de li navçeya Xebat ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, du ciwanên binavê Îsmaîl Reed Mehmûd (26) û Eyûb Tariq Mehmûd (18) di ava Zêyê Mezin de xeniqîn û lêgerîna ji bo dîtina cenazeyên wan didome.

Her wisa nûçegihanê me eşkere kir ku her du ciwanên xeniqîne ji netewa Erebin û dema ku di ava Zêyê Mezin de melevanî dikirin, xeniqîne.

Nûçegihanê me eşkere kir ku tîmên rizgarkirinê yên girêdanî Parastina Sivîl ya Hewlêrê çûne cihê bûyerê û dest bi lêgerîna cenazeyên her du ciwanan kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji serê sala 2026’an ve heta niha 19 kes di bendav, rûbar û avên li sînorên parêzgeha Hewlêrê de xeniqîne.

(wd)