Roja 23’yê Tebaxa 2024’an Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn dema li ser erka xwe bû li sînorê Seyîdsadiq-Helebce ji aliyê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin.
Gulistan Tara û Hêro Bahadîn kê ne?
Gulistan Tara sala 1983’an li bajarê Êlih a Bakurê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz û azadîxwaz de hatiye dinê. Piştî lêgerîn û lêkolînên dirêj Gulana 1999’an hemû jiyan û têkoşîna xwe dixe xizmeta gelê Kurd. Weke jineke têkoşer di warên cuda cuda de ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya jinan têkoşîn kir. Gulistan Tara sala 2000’î tevlî karê Çapemeniya Azad dibe. Di têkoşîna xwe ya 24 salan ya Çapemeniya Azad de li beşên cuda yên Kurdistanê di nava saziyên ragihandinê de kar û têkoşîn kiriye. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê kolan bi kolan geriya û bi kamera û pênûsa xwe xizmeta azadiya jinan û gelê xwe kar kiriye.
Hêro Bahadîn sala 1992’an li bajarokê Erbet a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê. Li Zanîngeha Silêmaniyê Beşa Endazyarî ya Teknîkî temam kiriye. Sala 2018’an li Kompanyaya Çetir weke rojnamevaneke azad dest bi kar û têkoşînê kir. Weke Endamê Desteya Weşanê di warê teknîka kamera, montaj û girafîkê dîzaynê kar dike. Ti demê li hemberî mafê jin û rojanamevaniyê bêdeng nema. Parastina etîka karê rojnamevanî ji bo xwe esas digirt.

Gulistan Tara û Hêro Bahadîn; mîrateya pênûs û dengê rastiyê
Rojnamevan Sinûr Rehman bal kişand ser şehîdkirina Tara û Bahadîn û got: “Di demekê de Gulistan û Hêro hatin şehîdkirin ku Başûrê Kurdistanê û Çapemeniya Azad di jêr êrişên pir alî de bûn. Ev êriş di demekê de bû ku qonaxeke giran û xeter a netewî hebû. Rewşa siyasî di nava guherîn û veguherînan de bû, dîsa bandora têkoşîna Tevgera Azadî û Çapemeniya Azad ya li ser civakê hebûn. Dewleta Tirk jî vê yek didît.”
Sinûr Rehman qala hevaltî û kesayeta wan kir û wiha domand: “Her du jî hevalên pir dilNazik û rehm bûn. Dengê netewî û rastiyê bûn. Ew bûn mîrateyê azadiyê û ev mîrate gihande hemû hevalên derdorê xwe. Etîk û berpirsyariya karê ragihandinê bi herdu hevalan re di asteke pir xurt de diyar bûn.”
Têkildarî kesayet û taybetmendiya Şehîd Gulistan Tara Sinûr Rehman ev got: “Yek ji taybetmendiya wê ew bû ku gihandina dengê berxwedanê ya jinan bû. Bi teybet ew dengê di nava civakê de hatibû bêdengkirin, derdixist holê. Baweriyek pir xurt hebû ku divê dengê rastiyê bê nivîsîn. Bi rengekê bikarin civak û jinan biparêzin. Ramanên wan ew bû ku jina azad xwedî wê kêrhatî û ramanê ye ku rêya çareseriyê ji pirsgirêkên civakê re bibînin.”

‘Bandoreke pir xurt li ser hemû hevalan hebû’
Rojnamevan Hewar Mihemed qala nasandina xwe ya bi şehdî Gulistan û Hêro kir û wiha got: “Min wan sala 2021’ê nas kir. Hevnasîneke pir baş bû. Rojane em bi hev re bûn. Heval û demeke xweş me bi hev re diborand. Bê navber me kar li ser rojevê dikir. Hemû hewldana me ew bû ku karên baştir bikin.”
Hewar Mihemed anî ziman ku Şehîd Hêro Bahadîn di karê montajê de pir serketî bû û wiha domand: “Her gava pêwîstiya min bi alîkariyê hebû, min peywendî li gel çêdikir; pirs jê dikir û ew jî bi dilxweşî dibû alîkar. Pir bi pisporî û pîşeyî kar dikir. Weke leşkerek li pişt kamerayê sekinî bû. Her gavê Şehîd Hêro xwedî pêşniyarên nû yên kar bûn. Pir di karê xwe de cidî bû. Yek ji taybetmendiyê Hêro pir rexnegir bû. Ew rexne jî hemû gavê xwedî armanc, çêker û ji bo serketina mirov û kar bû. Her pêşniyara dikir, teqez ji bo başiya kar û serketin bi xwe re dianî. Bandoreke xwe ya baş li ser temamê bernameyan hebû.”
Bi domdarî Hewar Mihemed li ser Şehîd Hêro Bahadîn ev digot: “Ew pir ji temaşekirina fîlman hez dikir. Pir hez ji gulan dikir, tim gulek li ser mêzeya wê ya kar hebû. Hevaltiyeke pir baş û xweş hebû. Di têkiliyan de ferq û cudahî nedikir. Girîngiyek mezin dida paqijî û rêkûpêkiyê. Ev taybetmendî û hevaltiya wê kir ku tim neyê jibîrkirin.”
(eh)
