Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê, bi hinceta şerê navbera Amerîka û Îranê qeyrana sotemeniyê ji bo welatiyan derxistiye. Di demekê de ku tu peywendiya van qeyranên çêkirî bi wî şerî re nîne. Yek ji wan jî qeyrana gazê ye ku di nav welatî û dukandarên Helebceyê de fikar çêkiriye û ew bawer dikin ku hikûmet bixwe sedema van qeyranane.

Umît Mihemed ku xwediyê xwaringheke nav bazara bajarê Helebceyê ye, ji Rojnewsê re axivî û got: “Nebûna gazê di kar û bazara me ya rojane de bargiraniyeke mezin li ser milê me çêkiriye. Ti para gazê nadin me. Di nava van şeş mehên ku qeyrana gazê lê derketiye de, min kêmtirî 10 tûpên gazê ji firoşkarên fermî wergirtine. Em hemûyan bi awayekî bazirganî û bi bihayekî pir giran ji benzinxaneyan dikirin. Her roj ger ez du tûpên gazê xerc bikim, divê ez pereyê çar tûpên hikûmetî bidim da ku ez bikaribim du tûpên gazê bi dest bixim.”

Li ser bandora bilindbûna bihayê gazê li ser bihayê xwarinan Umît Mihemed wiha anî ziman: “Ji ber berjewendiya xelkê me nexwestiye bihayê xwarinê bilind bikin, lê ger wiha bidome, dibe ku bihayê xwarinan bilind bikin. Ji ber ku her tiştê dukanê li ser me giran bûye. Beriya niha nanpêjan 8 nan bi hezar dînarî didan me, lê niha bûye 6 nan.”

Dukandarek din ê Helebceyê Yadîgar Fayîq ku ji bo karê xwe yê rojane her dem pêwîstî bi gazê heye, li ser mijarê wiha axivî: “Em dukandar bi ti awayî gaza kargehan bi dest naxin. Em bi xwe diçin li benzinxaneyan tije dikin. Berê bi 8 hezar û 500 dînarî bû, lê niha tûpek bi 22 hezar dînarî didin me. Em jî di vê dema bêderfet û xirab de neçarin ku tiştan li ser xelkê giran bikin.”

Yadîgar Fayîq diyar kir ku bi ti awayî gaza hikûmî nayê dayîn, rojane û berdewame pêwîstî bi du tûpên gaze heye, lê ya heyî pir kême.

Bi heman şêweyê her du dukandaran, Akar Awat jî ku xwediyê çayxaneyeke nav bazara Helebceyê ye û bi pirsgirêka kêmaniya gazê re rû bi rûye, diyar kir ku nebûna gazê pirsgirêkên mezin ji bo wan derxistiye holê. Wek mînak destnîşan kir ku gaza wan duh qediya ye û firoşkar ji wan re gotiye gaz nîne, ji ber vê yekê ew neçar maye tûpa gazê bide taksiyekê û bibe. Bihayê çûnûhatina wê 15 hezar dînar li ser sekiniye û gaza tê de jî ji nîvî kêmtir bûye. Ev yek di demekê de ye ku Akar Awat bi wan 15 hezar dînarî li kargehan du tûpên gazê tije dikir.

Akar Awat ragihand ku nebûna gazê bargiraniyeke pir mezin ji bo wan çêkiriye û wiha domand: “Li kargehan tu gaz bi destê me nakeve. Ev çende qeyrana gazê derketiye, hikûmet tu çareseriyekê ji bo rewşa karê li nav bazarê nabîne. Di vê demê de min tenê du tûp wergirtine, em her diçin li benzinxaneyan tije dikin ku nêzîkî 20 hezar dînarî lê diçe.”

Têkildarî sedemên kêmbûn û giranbûna gazê ya li parêzgehê, wek Rojnewsê peywendî bi qeymeqamê navçeya navendî ya Helebceyê Simko Salar re danî, lê ne amadebû ku li ser pirsgirêka kêmasiya gazê ya parêzgehê biaxive.

Hêjayî gotinê ye ku şîrketa Dana Gas di nava çend hefteyên borî de bi hinceta nearamiya rewşa ewlehiyê ya navçeyê, karkirina li kêlgeha gazê ya Kormorê rawestand. Ev yek jî rasterast bandoreke nerênî li ser bazarê kir. Gaz li bajaran nemaye û welatî neçar mane bi awayekî zehmet û bi bihayekî giran gazê ji benzinxaneyan peyda bikin ku ev bixwe jî bargiraniyeke li ser milê welatî û dukandaran.

8 wêne
1 / 8

(fk)