Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Esed El Şeybanî li paytexta Pakistan Îslamabdê daxuyaniyek da.

El Şeybanî behsa peywendiyên muhtemel bi Îranê re kir, lê got: "Divê Îranê komkujiyên ku di qonaxa şoreşê de li dijî gelê Sûriyeyê pêk anîbû, nas bike."

Eseed El Şeybanî, pesnê rola Pakistanê wekî navbeynarkê çareserkirina aloziya navbera Îran û DYA‘yê de da û anî ziman ku Pakistanê heya niha pêşniyar nekiriye bibe navbeynarkê Şam û Tehranê.

Têkildarî têkiliyên bi Îsraîlê re jî El Şeybanî got, pir zû ye ku li ser lihevkirineke stratejîk bi Îsraîlê re nîqaş were kirin, armancên pêşîn ên qonaxa heyî rawestandina êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê ne.

Wezîrê Karên Derve yê Hikumeta demkî ya Sûriyeyê Esed El Şeybanî wiha got: "Sûriye xwedî serwerî ye, mafê Şamê ye ku têkiliyên xwe bi derve re û hevalbendên xwe diyar bike, lê nabe ku Îsraîlê hevpeymanî an hevkariya xwe li ser Sûriyê ferz bike."